Omer Ocalan: Divê demildest em biçin Îmraliyê, divê her kes piştgirî bide

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan got: “Em dixwazin demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê her kes piştgirî bide vê yekê. Divê her kes vî şerî lêpirsîn bike.”

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê û biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Ocalan derbarê tecrîda girankirî û kampanyaya didome ji Mezopotamya Ajansi (MA) re axivî.

Omer Ocalan da zanîn ku ji bo salvegera komploya 9’ê cotmeha 1998’an a navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin demekî kin maye û wiha got: “Birêz Ocalan derveyî qanûnan, hiqûqa neteweyî û navneteweyî hate binpêkirin, ji Sûriyeyê hate derxistin û bi awayekî korsanî anîn Tirkiryeyê. Hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin, birêz Ocalan ji hiqûqê dûr xistin. Di dîroka ku Şêx Seîd hatiye darvekirin de, cezayê mehkûmkirinê dan birêz Ocalan. Abdullah Ocalan wek girtiyekî siyasî, dîl hate girtin.”

Ocalan diyar kir biryara binpêkirinê ya DMME ya sala 2014’an girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê 10 sal derbas bûn û Tirkiye neket di nava tu hewldanan. Diviya Meclisê derbarê qanûna Înfazê de hin guhertin çêbikira. Komîte herî dawî 3 sal berê sepandina vê biryarê xist rojeva xwe. Tirkiye darbeyê û gotina ‘em di nava xwe de bi terorê re têdikoşin’ vê nedîtî nêzîkî vê biryarê bû. Di civîna ku dê were lidarxistin de dê biryarekî çawa derkeve em nizanin. Lê belê dema li Tirkiyeyê birêz Ocalan û kurd tê gotin divê analîzek were kirin. Di van mijaran de hiqûq nayê sepandin.”

‘JI ÎMRALIYÊ DESTPÊ KIRIN, HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ KIRIN’

Ocalan anî ziman ku Komîte bi ser Tirkiyeyê xwedî hêza sepandina kirariyan e û bi bîrxistina pêvajoya kirariyên ser Azerbaycanê hatine sepandin ev tişt gotin: “Ma çima ji bo Tirkiyeyê jî heman pêvajo ney ê sepandin? Rewşa stratejîk a Azerbaycanê cuda ye, ya Tirkiyeyê cuda ye. Şantajên Tirkiyeyê yên ev demekî dirêj e li saziyên Ewropayê dike, di holê de ne. Mijara penabaran a mirovî jî kirin mijara şantajê. Ne tenê biryarên derbarê birêz Ocalan, biryarên Osman Kavala, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, û Can Atalay jî di holê de ne. Di Destûra Bingehîn de dibêje ku ‘Qada sepandina peymanên navneteweyî bi ser qanûnên navxweyî ye’ tê gotin. Tirkiye girêdayî van biryaran e. Lê belê Tirkiye hem qanûna xwe, hem jî qanûna navneteweyî ji destpêkirina Îmraliyê ve binpê dike.”

‘JI DERVEY BERXWEDANÊ TI VEBIJÊRKÊN DIN, NÎNE’

Ocalan bilêv kir ku ew 42 meh in tu agahiyê ji Îmraliyê nagirin, û bertek nîşanî nedana tu agahiyan da û axaftina xwe wiha domand: “Berjewendiyên navneteweyî ketiye pêşiya hemû tiştan. Ev berjewendî Tirkiyeyê hartir kiriye. Derveyî berxwedana li djî polîtîkayên şaş ên Tirkiyeyê, tu vebijêrka me nîn e.”

‘MÎTÎNGA 13’Ê COTMEHÊ PIR GIRÎNGE, DIVÊ HER KES BEŞDAR BIBE’

Ocalan da zanîn ku bi polîtîkaya tecrîdê dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin û wiha pê de çû: “Dewlet neşiya birêz Ocalan bide jibîrkirin. Pirsgirêk dema ku bi kurdan re aştî nayê axaftin, bi muxataban re neyê rûniştin, kurtir dibin. Polîtîkaya dana jibîrkirinê ya 9 salên dawî bi têkoşînê vala hate derxistin.”  

Ocalan bal kişan ser kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Divê her kesek ji hemû deman zêdetir tevlî kampanyayan bibe. Navnîşana çareseriyê diyar e. Heke em îro ya dikeve ser me  pêk neynin, dê kengî pêk bînin? Mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê girîng e. Divê ji her çar aliyê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê tevlî bûn çêbe. Divê Baro, hemû parastvanên mafên mirovan, muxalefet gotina xwe bêje. Gelê kurd ev bi sedan sal in ji bo nasname û zimanê xwe têdikoşe. Divê her kesek di duyemîn sedsala komarê de ji van polîtîkayan re bêje reweste.”

Em wek malbat dixwazin demildest bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Divê her kesek piştgiriyê bide vê yekê. Kurd bi berpirsyariyekî dîrokî re rû bi rû ne. Ji bo em vê fersenda dîrokî pûç nekin, divê piştgiriyê bidin. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e ev 42 meh in tu agahî jê nayê girtin.Divê gelê me berpirsyariya xwe ya li hemberî Ocalan pêk bîne.”

‘DIVÊ HER KES VÎ ŞERÎ LÊPIRSÎN BIKE’

Ocalan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku nesepandina hiqûqê gelek zirarê daye gelên li Tirkiyeyê û wiha derbirî: “Kurdistan veguheriye erdnîgariya şer. Li Rojhilata Navîn şerê 3’yemîn ê cîhanê tê sepandin. Ev yek zirarê dide hemû gelên Tirkiyeyê yên li metropolan dijîn. Ji 10’an yek para bûdçeyê vî welatî ji bo şerê bi kurdan re tê veqetandin. Yên ku ji vî şerê qirêj sûd digirin hene, rantek heye. Ji qaçaxiya çekan heya hişbirê, bi ser vî şerî tê kirin. Divê her kesek rapîrsîna vî şerî bike. Bi gotina welat, netew, sakaryayê mirovan dixapînin. Helw didin ku bi gotina ‘Dewlet ji dest diçe’ şerê li dijî kurdan rewa bikin. Heke aboriya Tirkiyeyê di vî halî de be ev yek bi înkara kurdan re girêdayî ye.”