Encamnameya Konferansa Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê hat eşkerekirin

Di encamnameya Konferansa Meclisa Jinan a DEM Partiyê de peyama, "Şerê li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin îlhaqkirin û dagirkerî ye. Nîşaneya herî girîng a faşîzmê tecrîd e. Em ê rêxistina herî xurt misoger bikin" hat dayîn

KONFERANSA MECLISA JINAN

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em xwe bi rêxistin dikin” di navbera 12-13’ê Îlonê de 1’emîn Konferansa xwe ya Navendî li Enqereyê li dar xist û encamnameya konferansê hat eşkerekirin.

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Em konferansa xwe ya bi dirûşma “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em xwe bi rêxistin dikin” hat lidarxistin, diyarî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di encama êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin, dikin. Em berxwedana li dijî faşîzma 12’ê Îlonê bi taybetî li girtîgehan silav dikin û hemû hevrêyên xwe yên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di konferansa me ya du rojan de; Pêşketinên siyasî û rojeva jinan li cîhanê û erdnîgariya me bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Qadên pirsgirêkê yên jinan bi berfirehî hatine destnîşankirin. Dîsa çareseriya sereke ya van pirsgirêkan berfirehkirina rêxistinên jinan e. Di konferansê de li ser mekanîzmayên me yên rêxistinî yên ji bo rakirina van kêmasiyan û xurtkirina rêxistinbûna jinê nîqaş hatin kirin û li ser modela rêxistinbûnê pêşniyar hatin kirin.

‘EM Ê TORA HERÎ BERFIREH A TÊKOŞÎNA NAVNETEWÎ AVA BIKIN’

Şerên desthilatdarî û parvekirinê yên ku ji aliyê desthilatên serdest ên mêr ên kapîtalîst ve tên meşandin, bi taybetî li Rojhilata Navîn li dijî destkeftiyên jinan û jinan berdewam dikin. Hewldana bêdengkirina dengê jinan bi ‘qanûna fezîletê’ ya ku ji aliyê rejima Talîbanê ya mêtinger ve li Efganistanê hat derxistin, danasîna zagonên îstîsmarê yên di bin navê zewaca di temenê biçûk de li Iraqê, kuştina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê rejîma melayên faşîst ên Îranê ve. Darvekirina rojnamevan û aktîvîstên jin ji vê polîtîkaya şer ne serbixwe ye. Dîsa dema ku êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînî û jinên Filistînî li ber çavê hemû cîhanê berdewam dikin, bêdengiya van dewletan li dijî komkujiyê ne tesaduf e.

Desthilata siyasî ya AKP-MHP’ê dixwaze bi yekperestî, zayendîperestî, neteweperestî, talankirina xwezayê û mêtingeriyê desthilatdariya xwe ya faşîst biparêze. Polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên li Rojava û Herêma Kurdistana Federe nîşaneya vê yekê ne. Şoreşa bi pêşengiya jinên Rojava jiyana nû ya hatî avakirin e. Şerê ku li Herêma Kurdistana Federe tê meşandin îlhaq û dagirkerî ye. Qetilkirina rojnamevan, siyasetmedar û aktîvîstên jin careke din nîşan didin ku; ev şer jî şerên bi armanca bêdengkirin, tirsandin û tinekirina jinan e. Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bûn hedefa van êrîşan. Soza me ji bo hemû rêhevalên me yên jin ên di têkoşîna wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ev e. Em ê tora herî mezin a têkoşîna jinan a navneteweyî ava bikin ku wê zextê li dewlet û desthilatên serdest ên mêr ên cîhanê bike.

‘TECRÎD RÛYÊ DESTHILATA FAŞÎST RADIXE BER ÇAVAN’

Polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê meşandin, nîşaneya herî girîng a karakterê faşîst a vê rejîmê ye. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin pirsgirêkeke ewqas jiyanî û civakî ye ku tenê weke pirsgirêka mafên mirovan nikare bê nirxandin. Muxatabê aştiya bi rûmet a li van xakan; Bi paradîgmaya ku daye pêş birêz Ocalan e. Israra rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya di polîtîkaya kûrkirina tecrîd û şer de ye. Şikandina tecrîdê tê wateya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Dîsa israra di vî şerî de tundiya li ser jinê, komkujî û xizaniya jinê kûrtir dike. Em ê êrîşên dewletê yên li ser ziman, çand, govend û dirûşmên gelê Kurd qebûl nekin. Bingeha paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê vê berpirsyariyê dixe stûyê me. Li ser vê hişmendî û îradeya xwe em ê weke jin ji bo parastina aştiya bi rûmet a li dijî şer, dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin û ji bo azadiya rêhevalên xwe yên jin ên dîl hatine girtin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin, weke jin, em ê tevgera aştiyê ya herî xurt a li dijî şer pêk bînin.

‘ÊRÎŞ SEDEMA MEZINKIRINA RÊXISTINIYA ME YE’

Paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, li hemberî van hemû êrîşan parastina me ya herî mezin a rêxistinbûna me ye. Em ê bi vê hêza xwe di dema pêş de tora rêxistinên herêmî, platformên jinan û rêxistinên jinan ava bikin. Em meclîsa xwe ya jinan a bajêran û navçeyan bi hêztir bikin.  Em ê bi komîsyonên xwe yên herêman rêxistinbûna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Rêxistinbûna jinên ciwan erka sereke ya meclisa me ya jinan e. Êrîşên li ser jinên ciwan, bi taybetî jî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li ser jinên ciwan tên meşandin, îro jiyana jinên ciwan li hemû welat dixe xeteriyê. Em baş dizanin ku rêya li hemberî van êrîşan mezinkirin û xurtkirina rêxistina jinên ciwan e. Em pirsgirêkên li pêşiya rêxistina jinên ciwan weke pirsgirêka xwe dibînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi jinên ciwan re di vî warî de rêxistinbûnê mezin bikin. Li dijî êrîşên li ser xweza û qadên jiyanê em ê bi rêxistinên di vî warî de dixebitin têkoşîna herî xurt a ekolojîk bimeşînin. Em ê bi hev re li hemberî polîtîkayên rant û talanê daristan û çemên xwe biparêzin. Ji Cûdî heta Akbelen, ji Îkizdereyê heta Rîzeyê em ê dev ji parastina xwezaya xwe bernedin.

Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên vî welatî xizaniya jinê ye. Polîtîkayên şer û tundiyê yên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê vê feqîriyê kûrtir dike. Li dijî hemû polîtîkayên ku keda malê paşguh dike, jinan ji qada giştî derdixîne û bi mêr ve girêdayî dike. Em ê tora têkoşînê ya herî xurt bi rêxistin bikin. Em ê bi polîtîkayên xwe yên rêveberiyên herêmî qadên xwe yên hilberînê ava bikin. Em ê bi hev re têbikoşin da ku daxwazên mafên ku dê hevgirtina bi jinên ku li dijî îstîsmara kedê li qadan, kargeh û qadên cemaweriyê li ber xwe didin, pêk bînin.

Şerên ku ji aliyê pergalên kapîtalîst ve hatine afirandin, bûne sedema koçberiya bi zorê ya giran. Koçberên ku ji ber şer neçar man cih û warên xwe biterikînin li cîhanê bûne hedefa zêdebûna nîjadperestî û hedefa li dijî koçberan. Îro jinên koçber û penaber her ku diçe bi her cure tundî, îstismarkirina kedê û xizaniyê re rû bi rû ne. Navendên vegerê yên welat ji bo jinên koçber bûne navendên êşkence û tundiyê. Em ê bi avakirina tora têkoşînê ya herî xurt a li dijî cudakarî, tundî û xizaniya jinên koçber û penaber re hevgirtinê mezin bikin.

'EM DI JIYANA AZAD Û WEKHEV DE BI ISRAR IN’

Em ê xwedî li mîrateya ku me ji têkoşînê dewr girtiye derkevin û bi hev re jiyanek nû, azad û wekhev ava bikin.

Em ê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re rêxistinbûna jinê mezin bikin; polîtîkayên dijminatiya jinan a zayendperest ên desthilatên serdest ên mêr pûç bikin.

Em ê bibêjin ku her jina tê qetilkirin serhildana me ye û xwe bi rêxistin bikin.

Em ê nehêlin keda me bê xwarin.

Li dijî cudakariya jinên astengdar em ê hevgirtinê mezin bikin.

Têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ciwan têkoşîna me ye. Em ê dev ji vê yekê bernedin.

Em ê nehêlin ku xwezaya me were talankirin.

Di rêya 3'yemîn de em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezin bikin.”