Nobeta Edaletê ya li Meclîsê di roja 24’an de ye

Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê serdana Emîne Şenyaşar a li Meclîsê Nobeta Edaletê didomîne kir.

NOBETA EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 24’emîn de li Meclisê didome. 

Kurê Şenyaşarê yê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî tev li çalakiyê bû. Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê jî serdana Şenyaşar a çalakiya xwe didomîne kir.