CENTCOM’ê ragihand ku 14 çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê hatine kuştin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku di operasyoneke hevbeş a Iraq û Amerîkayê de 14 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin ku di nav wan de çar serkirde hebûne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ku wek “CENTCOM” tê naskirin, di daxuyaniyekê de diyar kir ku di 29’ê Tebaxê de bi hevahengî li gel hêzên Iraqî operasyonek li rojavayê Iraqê pêk anîne û 14 terorîstên DAÎŞ’ê kuştine û heft leşkerên Amerîkî jî birîndar bûne. Der barê operasyonê de Iraq jî dibêje ku vê operasyonê girîngiya hevahengiya di navbera artêşa Iraqê û hêzên hevpeymaniyê de îsbat kir.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê her wiha ragihand ku çar ji wan çeteyên ku hatine kuştin, serkirdeyên DAÎŞ’ê bûne û çavdêriya kiryarên terorîstî yên çeteyên DAÎŞ’ê kirine.

Fermandarê CENTCOM’ê Michael Erik Kurilla diyar kir ku ew bi israr in ku çeteyên DAÎŞ’ê nehêlin ku gefeke berdewam in li ser Amerîka û hevpar û hevpeymanên wê.