Li hemberî dagirker û îxanetkaran gavek jî paşve neavêt

Gerîla Şoreş Zêwkî ku bi têkoşîn û hevrêtiya xwe dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo û şehîdan îspat kir, weke milîtanekî Rêber Apo di têkoşîna xwe ya li hemberî dagirker û xayînên hevkar de gavek jî paşde neavêt.

ŞOREŞ ZEWKÎ

Kurdistan welatekî wisa ye ku hemû xaka wê bi xwîna Egîdan hatiye avdan. Ew leheng xweşikbûna Kurdistanê zêdetir dikin. Hêviyên azadiyê belav dikin ku yên carekê azadî hîs kirine, her çi jî bibe, dibin parçeyeke vê heqîqetê. Li ser van xakan mezin dibin û rehên xwe bi Kurdistanê ve girê didin. Carna li Çiyayê Agiriyê, carna li çiyayên Amedê û carna jî li çiyayên Botanê tovên Egîdan ên têkoşînê tên çandin. Her yek xwedî tecrûbeyên girîng in û her yek xwedî têkoşîneke bêhempa ne.  Yek ji Apoyiyê leheng ên ku di nava vê têkoşînê de cihê xwe girtî, Şehîd Şoreş Zêwkî (Ercan Erkol) ye.

Rêber Apo bi gotina xwe ya; ‘Min tu carî îxanet li xeyala xwe ya zarokatiyê nekir’ pêşiya hezaran ciwanên Kurd vekiriye. Bû wesîle ku ev ciwan li ser rêya heqîqetê bimeşin û ji gelê xwe re bibin kesên baş. Dema ku mirov dibêje însanê jêhatî, bikêr û zana lehengên wêrek û bêtirs yên ji bo doza gelê xwe ked û bedêl dane, tên bîra mirovan. Ji ber ku ciwanên Kurd di bin zext û zilmê de mezin dibin, tin di nava lêgerîna zadiyê de ne û rêya rizgarbûna ji pergalê digerin. Rêya yekem tê bîra mirovan, PKK ye. Heval Şoreş Zêwkî li Wanê di nava malbateke welatparêz de ya ji eşîra Zêwkî ya ji şaxê Ertoşiyan ji dayîk dibe ku eşîra Ertoşiyan yek ji qedîmtirîn eşîreke Kurdistanê ye. Ew hê di temenê xwe yê zarokatiyê de Rêber Apo û PKK’ê nas dike.  Weke hemû ciwanên Kurd, ew jî xeyala pêşeroja xwe dike û rêya heqîqetê hildibijêre. Heval Şoreş Zêwkî yê ku xwişka wî Mercan Erkol (Berîtan) di sala 2007’an de tevlî refên gerîla dibe, bi awayekî çalaktir tevlî xebatan dibe û xwe bi temamî ji têkoşîna gelê Kurd a azadiyê re feda dike. Şoreş Zêwkî hê di zarokatiya xwe de dixwaze bibe gerîla û girêdayî vê yekê di sala 2013’an de tevlî refên gerîlayan dibe û ji qirkirin û zextên dewleta Tirk a dagirker re, dibe bersiva herî watedar.

Heval Şoreş Zêwkî derdora ku lê mezin bûye, zarokatî û ciwantiya xwe û tevlîbûna xwe bi van gotinan tîne ziman: ‘’Ez di nava malbateke ku bi welatparêziya xwe dihate naskirin, mezin bûm. Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk gelê me berê xwe dabû bajaran. Ji ber vê yekê çanda welatparêziyê di astên herî jor de xwe nîşan dide. Mezinbûna li derdoreke bi vî rengî, bingeha Kurdbûnê pihêttir dikir. Ez tim di nava lêgerînekê de bûm. Ji ber ku min rastiya faşîzmê ditibû, min êdî nedixwest ez biçim dibistanên pergalê. Dilsoziya gel a bi PKK û Rêber Apo re bû wesîle ku ez tevgerê hê di zarokatiya xwe de nas bikim. Fikrên Rêber Apo û bandora gerîlayan a li herêmê bûn wesîle ku em tevgerê nas bikin. Bandora tevgerê kir ku ez rêya heqîqetê hilbijêrim. Ji ber vê yekê weke hemû zarokên Kurd, xeyal û xwesteka min a herî mezin ew bû ku ez bibim gerîla. Min tim digot ku ez ê rojekê bibim gerîla. Her çend pergalê dixwest berê me dida qirêjiyê jî min dev ji vê xeyala xwe berneda. Tekane tişta ku li pêşiya jiyana dejenekirî ya pergalê li me ferz dikir, disekinî ev xeyala min bû. Ez bi vê xeyala xwe pêk anî û ez gihîştim armanca xwe. Di sala 2013’an de Rêberî pêvajoyeke nû da destpêkirin û em jî piştî wê pêvajoyê tevlî PKK’ê bûn.’’

LI KATOYÊ DEST BI MEŞA AZADIYÊ DIKE

Şoreş Zêwkî êdî armanca xwe bi dest xistiye, dilê wî bi heza ji gelê xwe û Rêbertiya xwe tije ye. Bi çeka xwe û barê giran ê li ser milên xwe dest bi jiyana gerîla dike. Heval Şoreş li herêma Botanê dest bi gerîlatiyê dike. Di demeke kurt de perwerdeyên bingehîn ên jiyanî û gerîlatiyê ji hevrêyên xwedî tecrûbe yên li qadê distîne. Heval Şoreş ji kêliya dest bi têkoşînê dike û pêve  feraseta felsefeya Apoyî ya ku cudakariyê di navbera xebat û wezîfeyan de nake, dike prensîba xwe ya bingehîn. Helwesta fermandar û hevrêyên wî yên gerîla yên li qada Katoyê gelekî bandorê li wî dike û yekem salên xwe yên gerîlatiyê li cem Fermandar Rizgar Gever derbas dike. Di wan deman de jî xwe gelekî bi şans hîs dike. Jiyîna li gel hevrêyekî wiha kedkar ji bo wî dibe derfeteke mezin. Piştî xebatên pratîkê yên salekê ji bo ku perwerdehiyeke berfirehtir, berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Yek ji xebata di nava PKK’ê de ya ku Rêber Apo gelekî girîng dibîne, perwerdeya şervan û kadroyên nû ye. Heval Şoreş her çend dixwaze di nava pratîkê de cih bigire jî, bi berpirsiyarî li nêzî erkên bi vî rengî dibe û bi hemû hêza xwe ked dide. Perwerdeyê dide gelek hevrêyên xwe yên nû. Çawa ku dema nû tevlî dibe ji helwestên hevrêyên xwe bandor bûbû, wî jî dixwest li ser şervanên nû bandoreke wisa bihêle. Hem fêr dibû û hem jî fêr dikir. Di şervanên nû tevlî partiyê dibûn de, pêşeroj û çarenûsa gelê Kurd dît. Careke din fêm dike ku ji bilî heqîqeta Rêber Apo tiştekî din tune ye. Ji ber vê yekê kesên ku haya wan ji vê heqîqetê çêdibû, berê xwe didan felsefeya Rêber Apo. Zarokê Botanê ê berxwedêr, careke din bi coş û kelecaneke mezin berê xwe dide Bakur. Heval Şoreş ê ku derbasî herêma Katoyê dibe, piştî ku demekê li vir dimîne di êrîşeke dewleta Tirk de bi awayekî giran birîndar dibe.

BI TÊKOŞÎNA XWE JI HEVRÊYÊN XWE RE DIBE GERÎLAYEKÎ MÎNAK

Gerîla Şoreş ê ku demekê tedawî dibe, di demeke kurt de sax dibe û dubare tevlî xebatên pratîkê dibe. Vê carê ber bi Gilîdax a mekanê Sîdar Milazgîrê ve diçe. Şoreş vê rêwitiya xwe ya ku bi awayekî bibiryar dayî destpêkirin weke meşa tolhilanînê pênese dike û armanca xwe ya çûna Bakur bi van gotinan tîne ziman: ‘’Ez dixazim di rêça hevrêyên xwe yên şehîd de bimeşim. Ez dixwazim xwedî li mîrateya wan a bi ked û bedêlên mezin afirandine, derkevim. Divê ez xeyalên xwe pêk bînim û alên wê bigihînin lûtkeyên herî jor. Ev deynê me yê ji wan re ye. Xwedîderketina keda şehîdan ji bo min wezîfeya herî pîroz û watedar e. Ji ber vê yekê ji bo me cihê têkoşînê ne girîng e, li ku fêdeya me ji tevgerê re çêbibe,  em ê derbasî wir bibin. Têkoşîna me bi vî awayî watedartir dibe.’’

Gerîla Şoreş Zêwkî ku bi têkoşîn û hevrêtiya xwe dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo û şehîdan îspat kir, weke milîtanekî Rêber Apo di têkoşîna xwe ya li hemberî dagirker û xayînên hevkar de gavek jî paşde neavêt. Bedêla wê her çi be jî ew ê bi her awayî welatê xwe biparêze. Di rastiya Kurdistanê de rola xayîn û hevkaran tim mezin bûye,  di rastiya PKK’ê de jî pratîka van xayînan tu caran bêbersiv nemaye. Hesab ji wan hatiye pirsîn û ew hatine cezakirin. Heval Şoreş Zêwkî ku bi helwesta xwe, hevrêtiya xwe ya mutewazî û kesayeta xwe ya kedkar, ji hemû hevrêyên xwe re bûye gerîlayekî mînak, di 11 Mijdara 2023’yan de bi destê kontrayekê digihîje şehadetê. Helbet hevrêyên wî wê xwîna Şoreş Zêwkî li erdê nehelin. Ji ber ku PKK tevgereke tolhildanê ye.