Konsepta salên 90’î di meriyetê de ye!

Konsepta dewleta Tirk a dagirker a salên 90’î yên valakirin û şewitandina gundan, di roja me ya îro de li Başûrê Kurdistanê bi destê Mala Barzanî di meriyetê de ye.

KONSEPTA SALÊN 90’Î

Dewleta Tirk a qirker û mêtînger, ji bo ku plana xwe ya qirkirin û îmhakirina Kurdan bi ser bixe, di salên 90’î de, bi sedan gund şewitandin û dane valakirin. Kurdên ku mal û zeviyên wan hatin şewitandin û rastî êşkenceyê hatin, berê xwe dan metrepolan û gelek ji wan jî derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. Ev plan û polîtîkaya dijmin ên qirkirina Kurdan bi ser neket û her ku çû hîn zêdetir gelê Kurd xwedî li gund û zozanên xwe derketin. Lê di van rojên dawî de em dibînin ku konsepta salên 90’î yên şewitandina gund û koçberkirina gundiyan, li Başûrê Kurdistanê bi destê Mala Barzanî di meriyetê de ye.

Em ê di vê gotara xwe de kêmekî bal bikêşin ser stratejiya xwezaya Kurdistan, polîtîka û şerê li ser tê meşandin. Kurdistan bihuşta ser rûyê cîhanê ye. Ji ser erd bigire heta bin erdê wê, xwerû dewlemendî û çavkaniya jiyanê ye. Bi sedan sale şerek dijwar a qirkirina netewan ser hatiye kirin û hema bêje ti cure şer nemaye ser nehatî meşandin. Lê rûxmê wê jî, Kurdistan ji bihuştiya xwe neguheriye. Dema ku em behsa Kurdistanê dikin, helbet em nikarin xweza û Kurdan ji hev bidin cudakirin. Ji ber ku xwezaya Kurdistanê, weke nava dilê her Kurdekê ye. Wisa xweşik û êş kişandî. Polîtîkaya qirkirina Kurdan û talankirina Kurdistanê ku ev demek dirêje ji aliyê xwînmijên Kurdan ve di meriyetê de ye, her ku diçe kûrtir dibe. Di van demên dawî de, dema mirov temaşeyî Kurdistanê dike, mirov rastî jî dibîne Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dişewite, tê şewitandin! Her roj bazar û çavkaniyên aborî yên xelkê Başûrê Kurdistanê tên şewitandin.

Çawa ku dewleta Tirk di salên 90’î de bi destê cerdevanan gund şewitandin, valakirin û kirin cihê şer û aloziyan, niha jî dewleta Tirk bi destê Mala Barzanî Başûrê Kurdistanê dişewitîne û gundan dide valakirin. Ji 16’ê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bi destê Barzaniyan dixwaze êrişên xwe yên faşîst, qirker û îlhaqê yên li ser Başûrê Kurdistanê berfireh bike. Ji bo vê yekî jî di destpêkê de rolek mezin û stratejîk dan Mala Barzanî. Ev rol jî gund û zozanên Başûr ji gel dayîna valakirin û belavkirina torên sîxûran bû. Ji bo vê jî hat zanîn ku PDK’ê li ser navê dewleta Tirk ji gundiyan re gotiye, gundan vala bikin û çi zirarên we hebin em ê wek tezmînat bidin we. Bi wê ve girêdayî, PDK’ê gundiyên ku nexwestin gund û zozanên xwe vala bikin, gefên kuştin û windakirinê li wan xwariye. Di vê çarçoveyê de niha rêjeyek zêde gund hatine valakirin û dewleta Tirk her kêlî gundan bombebaran dike û agir diberde zozan û zomên gel.

Ji roja ev îlhaq destpê kirî û heta niha bi hezaran lawirên gundiyan û dirindeyên Kurdistanê hatine qirkirin. Bi sedan mal, gov û baxên gel hatine şewitandin û valakirin. Bi hezaran darên qedîm û hindek ji wan sed salîbûn hatine jêkirin û şewitandin. Di şewata wan daran de dîroka Kurdistanê tê şewitandin û gundiyên herêmê dibêjin, ne agir bêdengiya heyî wan dişewitîne.

Divê baş bê zanîn ku şewitandina Kurdistanê yek ji konsepta qirkirina Kurd û Kurdistanê ye. Li Bakurê Kurdistanê her roj cerdevan dar û xwezaya Bakur qir dike. Li Başûr jî heman şêwazê tên qetilkirin û qirkirin. Ya bi êş ewe ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi destê Kurdan, Kurdistan tê qirkirin. Dîrok tê şewitandin. Li hember vê plana qirkirin û îlhaqkirina Kurdistanê tenê yek rê heye, ew jî mil bi milê gerîla li dijî dagirker û xiyanetkaran parastina welat e. Divê baş bê zanîn, Kurd bi dîrok û xwezaya xwe heye, di roja me ya îro de êrişekî mezin û dijwar li ser dîrok û xwezaya Kurdistanê heye. Divê gelê Kurd û azadîxwaz bi topyekun dîrok û xwezaya xwe biparêzin. Xweza û dîrok biçe, ti wateya gel namîne, Kurd bi xwezaya xwe heye!