Ev çend roj bûn min dixwest ez derheqê Gulistana me , Gulistana welatê xwe, Gulistana gelê xwe, hevrêya hevrêyên de xwe binivîsin. Lê belê êşa ku dilê min dişewitan, di serê min de dizivirî. Ji ber vê yekê ez ditirsin ku gotinên min lawaz bin yan jî kêm bin. Çimkî Gulistan yeke wisa ye ku hêjayî vegotin û qalkirineke gelekî serkeftî ye. Kesên Gulistan nas kirine bûne şahidê rastiya wê lê belê kesên ku nas nekirine û nedîtine ji gelek tiştan bêpar mane. Çimkî wan şensê naskirina însaneke gelekî xweşik, ji dest dane. Zehmetiya pênasekirina Gulistanê ne tenê bes ji ber ku ew rojnameger, şoreşger û şervaneke azadiyê ya jin e.
Qalkirina Gulistanê gelekî dijwar e, çimkî ew gelekî hêja bû. Însaneke paqij, xwerû, jidil, biwijdan, nazik û dilovan bû. Di serdemeke wiha de em gelekî kêm li rastî însaneke xwedî van taybetmendiyan tên. Çimkî Gulistanê dizanî ku ew çi dixwaze. Karektera xwe di ronahiya armancên xwe yên azadiyê de ava kiribû. Krîter û qaîdeyên wê diyar bûn, miroveke wisa bû ku baş dizanî çi dixwaze û ji bo tişta ku dixwaze çi bike. Gulistanê dizanî ku wê çawa hevrêtiyê bike, çawa li ber xwe bide û çawa li hemberî bêedaletî û neheqiyê li ber xwe bide. Wê dizanî ku hêrsa xwe ya li hemberî xirabiyan çawa bide der. Hestên Gulistanê gelekî kûr bûn. Wê hestên xwe bi hişmendiya heqîqetê û eşqa azadiyê re kiribûn yek. Gulistana me bi rastî jî weke navê xwe gulistanek bû.
Çawa ku di nava gulşenekê de kulîlkên bi rengûreng hene, Gulistan jî însaneke rengîn bû û rengê herî xweşik bû. Ji hevrêyên xwe re xwişk, hevrêyeke baş, guhdarvan û rênîşander bû. Carna bi hestên dayikekê êşa di dilê kesên li cem xwe hîs dikir û tevî vê yekê jî li hemberî lawaziyan jî tawîz nedida. Weke şoreşgerekê bi ser lawaziyan ve diçû û dikir ku mirov kêmasiyên xwe bibînin. Gulistanê xeta paşguh nedikir lê belê dilnizm bû û efûker bû. Di hemû helwestên wê de nazeniniya gulan xwe nîşan dida. Ji ber vê yekê tu kesan xwe ji wê nexeyidand û xwe ji wê aciz nedikir.
LI KURDISTANÊ NE DIYAR E KU WÊ KENGÎ Û LI KU RÊWITIYA JIYANÊ BI DAWÎ BIKE
Gulistanê kêmasiyên xwe qebûl dikir û dizanî lêborîna xwe jî bizane. Xwe hemû caran mafdar nedidît, di ya xwe de israr nedikir û keseke dilnizm bû. Dema ku dizanî xeta kiriye, xetayên xwe qebûl dikir. Gulistan gelekî ji însananên xwedî kompleks aciz dibû. Ez Gulistanê ji sala 2010’an ve ye nas dikim. Di van 10 salan de me tu caran bi hev re di nava xebatekê de cih negirt lê belê em ji bo karên rojnamegeriyê dihatin li ba hev. Me tu caran hîs nedikir ku em bi hev re najîn, me baş hev nas dikir weke ku em tim li hev in û me her tiştên xwe bi hev re parve kiriye. Ez di wê baweriyê de me ku ev rewş ji ber taybetmendiyên Gulîşstanê yên civakî bû. Ez bi dilekî rehet dikarim bibêjim ku taybetmendiyên wê yên herî mezin yek paqijbûna wê ya din jî rûkeniya wê bû.
20 rojan beriya êrîşên di van demên dawiyê de em hatibûn li ba hev. Me li ser lêkolînekê kar dikir. Ez dixwazim bîranîneke xwe ya wê serdemê ya ez ê tu caran ji bîr nekim û axaftineke di navbera me de pêkhatî, bi we re parve bikim. Hevaleke me ya rojnameger di wê xebatê de ji min sê nivîsên sereke xwestibûn. Dema ku min dinivîsand, Gulistanê xwest nivîsên min bixwîne. Li hemberî xebatên hevrêyên xwe gelekî baldar bû. Piştî ku nivîsa min xwed bi rûyekî xemgîn ji min re got; ‘’Tu yê rojekê ji bo min jî nivîsekê binivîsî?’’ Ez jî keniyam û min jê re got; ‘’Ez niha ji bo te dinivîsim.’’ Pirsî; ‘’Bi rastî jî tu têkildarî min dinivîsî?’’ Min jî got; ‘’Erê tu hevrêya min î, tu şahidê gelek jiyan û xebatên min î.’’ Got ku ew dixwaze rojekê bixwîne. Min jî got; ‘’Dema ku me ev xebat bi dawî kir, ez ê nîşanî te bidim.’’ Piştre ji min re got; ‘’Ger ez rojekê şehîd bibim, tu baştir binivîse.’’ Min jî jê re got; ‘’Na, hêvî dikim ew roj neyê û tu ji bo min binivîsî.’’ Destên min girtin û got; ‘’Na, ez naxwazim wê rojê bibînim û hêvî dikim ku ez ê tu hevrêyên xwe beriya xwe vexêr nekim.’’ Ax Gulistana min ez niha bi dilekî xemgîn, bi çavên tije rondik û bi pênûseke lerzok te dinivîsim…
Ev çend roj in dîmenên Gulistanê li ser medyayê kêm nabin. Ez hê jî bawer nakim, tişteke wiha ne pêkan e, beriya çend rojan jî em li ba hev bûn û ji bo ku em careke din werin li ba hev, me xatirê xwe ji hev stand. Me herduyan jî nedizanî ku em ê êdî hev nebînin. Ev nûçe teqez derew e yan jî yên ku ez dibînim xewnereşk in. Lê belê dema ku ez difikirim, ne cara ewil e ku em hevrêyên xwe yên herî baş winda dikin. Çimkî ev der Kurdistan e, ne diyar e ku wê rêwitiya jiyanê kengî, çawa û li ku bi dawî bibe.
GER DIJMIN PKK’Ê TUNE BIKE WÊ MAFÊ JIYANÊ NEDE TU KURDEKÎ
Helbet jiyan û mirin rastiyeke xwezayî ye û wê hemû giyandar bi vê rastiyê re rû bi rû bimînin. Lê belê em Kurd namirin, em tên kuştin û qetilkirin. Însanên ku jiyaneke jirêzê dijîn, her wiha di encama mirineke jirêzê jiyana xwe ji dest didin. Lê belê li Kurdistanê ji ber ku me mafê jiyaneke xwezayî tune ye, mirina me jî ne jirêzê ye. Em bi planan, xefikan, komployan û îxanetan tên qetilkirin. Tevî mirinên rê li ber hêrs û êşa dagirkirina welat û bajarên me vekirî jî em bi guleyan, topan, tankan, şewatan, êşkenceyan û balafiran jî tên qetilkirin. Zarok ji mala xwe derdikevin û bi guleya dijmin tên qetilkirin û cenazeyê wan zarokan dikeve hembêza dayika wan. Şivanek pê li tepînkekê dike, laşê wî perçe perçe dibe. Malbat dema li ser sifra xwarinê ne, bi bombeyeke ku nediyar e ji ku hatiye, parçeyên laşê xwe dibînin. Deme mirov li kolanan ji nişka ve teqînek rû dide û qetilkirinek pêk tê.
Dema rojnamegerek bi coş diçe ser karê xwe di wesayitê de laşê wê dibe xwelî û hevrêyên wê diçe, xweliya wê didin hev. Weke Gulistan Tarayê gelek rojnameger û şoreşger bi vî rengî hatin qetilkirin. Yanî li Kurdistanê beriya her tiştî ji ber Kurdbûnê em tên qetilkirin. Di qetilkirina Gulistan Tarayê de ev rastî xwe careke din nîşanî me dide û divê her Kurdek vê yekê baş fêm bike. Mesele ne meseleya partiyekê ye, hemû kesên ku bi vî rengî difikirin xwe dixapînin yan jî hêzên xaîn û hevkar jî dixwazin wiha were fêmkirin. Erê, dijmin tim PKK’ê weke hincet nîşan dide lê belê armanca sereke ya dijmin ew e ku naxwaze tu Kurd bi awayekî azad bijî. Dijmin heya ku PKK bi dawî bibe, dixwaze hin Kurdên xaîn-hevkar ji bo van planên xwe yên qirêj bi kar bîne lê belê piştî bidawîbûna PKK’ê dijmin wê mafê jiyaneke azad nede tu Kurd û partiyan. Hebûna kesênku hê jî ev yek fêm nekirine, min matmayî dike.
Ji bo ku Gulistanên vî welatî neyên qetilkirin û ji bo ku welatê me bê Gulistan nemîne divê hemû Kurd, hemû rojnameger, hemû şoreşger, hemû jin û hemû însanên azadîxwaz bi awayekî aktîf li hemberî faşîzma dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Yanî ji bo ku Gulistan neyên qetilkirin ne tenê Kurd, divê hemû kesên xwedî wijdan û azadîxwaz û hemû rojnamegerên cihanê rabin ser piyan, dengê xwe bilind bikin û bi hev re cihana xwe veguherînin gulşenekê, Gulistanekê.