Ne tampon, dagirkerî û îlheq heye

Em ji derewên AKP-MHP’ê û rêveberiyên Iraq û PDK’ê bawer nekin. Her wiha divê em rastiya dagirkerî û îlheqê ya heyî baş bibînin û li hemberî vê yekê girêdayî azadiya Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin.

GOTAR

Êrîşên îlheq û dagirkeriyên yên dewleta Tirk a di bin rêveberiya AKP-MHP’ê de ya li gel tifaqa PDK û DAÎŞ’ê û piştevaniya Rêveberiya Iraq û Emerîkayê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Her roj di rojevê de dîmenên sewqiyatên leşkerî yên nû cihê xwe digirin. Hêzên dagirker ji bo ku bikarin tank û wesayitên zirxî derxînin çiyayan, gelekî hewl didin. Di nava dîmenên ku tên girtin de, endamên DAÎŞ û çeteyên weke wê jî tên xuyakirin.

Girêdayî vê yekê di encama bombebaranan de ku bi balafir, helîkopter û topan tên pêkanîn, qadên Metîna Zap û Garê her roj dişewitin. Li van herêman rez û baxçe, gund û daristanan namînin. Li herêmên navborî ne ku bi tenê tên bêmirovîkirin her wiha wisa lê dikin ku kes nikaribe lê bijî. Tê ragigandin ku heya niha bi sedan gund hatine şewitandin û niştecihên gundan bi darê zorê li gund û warên xwe hatine derxistin. Çapemenî rewşa gundiyên xemgîn yên ku bes karîne xwe ji şewatê xilas bikin, bi raya giştî re parve dikin.

Bêguman baş tê zanîn ku ev qirkirin ji aliyê kîjan hêzan ve tên kirin. Ma em çi bibêjin, Xwedê belayê bide wan! Wê roj were teqez wê hesaba van kiryarên xwe bidin.  Helbet li hemberî vê qirkirina hovane gerîlayên PKK’ê bi lehengî li ber xwe didin. Li hemberî êrîşên îlheq û dagirkeriyê bi tenê gerîla li ber xwe dide. Ma em çi bibêjin, Xwedê ji wan razî be!  Helbet wê di encama vê têkoşîna xwe de serkeftinê bi dest bixin.  Her wiha yên ku van yekan bi tenê temaşe dikin jî hene ku hejmara wan jî ne kêm e. Ma em çi bibêjin, Xwedê şermê bide wan kesên ku bi tenê temaşe dikin!

Di mijara ku wê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çawa werin pênasekirin de jî de nîqaş hene. Yên ku dibêjin armanca êrîşên dewleta Tirk-PDK-DAÎŞ’ê yên ku bi piştevaniya DYE û NATO’yê pêk tînin bi armanca avakirina ‘’Herêma Tampon e ’’ jî hene.  Girêdayî vê yekê dibêjin ku ‘’li ser sînorê Iraqê Herêma Tampon tê avakirin.’’ Lê belê gelo bi rastî jî yên ku tên kirin bi armanca avakirina Herêma Tampon tên kirin? Yan na ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve herêm tên îlheqkirin û dagirkirin? Divê ev rewş jî rast were îfadekirin û zelalkirin.

Bêguman li herêmên sînor ên ku lê şer û pevçûn heyî serî li sepanên ku jê re dibêjin ‘’Herêma Tampon’’ didin. Bi armanca sekinandina êrîşên her du hêzan, di mesafeyeke diyare de hêzeke leşkerî ya sêyem bi cih dikin. Bi vê yekê hêzên ku şer dikin ji sînorbûnê tên dûrxistin û tê xwestin ku rê li ber êrîşên leşkerî were girtin.  Hêzên sêyem yên navborî bi piranî hêzên Neteweyên Yekbûyî ne yan jî ew hêz in ku bi lihevkirina dewletên cuda hatine avakirin û jê re jî dibijin; ‘’Hêza Aştiyê.’’ Helbet her du alîyên ku şer dikin jî hebûna hêza Hêrêma Tampon qebûl dikin û li gel vê hêzê di nava têkiliyê de ne.

Baş e be yên di roja me ya îroyîn de li Heftanîn, Metîna, Zap û Xakurkê tên kirin, wiha ne? Bêguman ne wiha ne. Li van herêman hêzên leşkerî nakevin di navbera hêzên gerîlayên PKK’ê û artêşa dewleta Tirk yên di nava şer de ne.  Ev herêm bi piştevaniya rêveberiyên PDK û Iraqê ji aliyê artêşa dewleta Tirk ve tên dagirkirin.  Yanî artêşa dewleta Tirk hewl dide ku herêmên ku gerîlayên PKK’ê bi cih bûne, bi dest bixe û van herêman bixe di bin kontrola xwe de. Bi kurtasî ev herêm dikevin di bin serweriya dewleta Tirk.  Sînorê dewleta Tirk ji sînorên navçeyên Qileban, Çel, Gever û Şemzînanê derbas dibe û êdî xwe digihîne sînorên navçe bajarên weke Batufa, Bamernê, Kadişê, Amadiye, Dêrelûk, Şeladizê û Diyanayê. Sînorê dewleta Tirk 25-40 kîlometreyan ber bi aliyê başûr ve diçe û herêmên ku di fermiyeta dewletan de weke ‘’xakên Iraqê’’ tên pênasekirin jî digire nava xwe.

Dema ku lê dinêrin, li van herêman hêzeke  sêyem a leşkerî neketiye navberê. Berovajî hewla artêşa Tirk a  dagirkirin û desteserkirina herêmên nû heye. Ji ber vê yekê li holê herêmeke ku em jê re bibêjin; ‘’Herêma Tampon’’ jî tune ye û hêzeke leşkerî ya ku em weke hêza sêyem bi nav bikin jî tune ye.  Rasterast rewşa dagirkirin û îlheqkirina herêmên nû ya ji aliyê artêşa Tirk ve heye.  Ji ber vê yekê şaş e ku em bûyerên ku diqewimin weke ‘’Herêma Tampon’’ pênase bikin. Li holê işheq û dagirkirineke eşkere heye.  Divê tu kes jî hewl nede ku vê rewşê veşêre.

Di vê rewşê de dewlata Tirk dibe hêza dagirker û îlheqker, rêveberiyên PDK û Iraqê jî dibin aliyên ‘’xakên xwe firotine.’’ Helbet divê hemû alî baş bizanibin ku ev yek îxanet û sûcekî çawa ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dibêje ku ‘’her tişt bi erêkirina Iraq û PDK’ê’’ pêk tê.  Rêveberiyên Iraq û PDK’ê jî ji bo ku îxaneta xwe veşêrin, dibêjin ku ‘’ew piştevaniyê nadin’’ û ev rewş ‘’ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin.’’ Helbet tevî ku baş dizanin tu kes ji derewa navborî bawer nake jî hewl didin ku rojevê biguherînin û di nava civakê de rojeveke cudatir ava bikin.  Gelek caran qala girîngiya ‘’Projeya Rêya Pêşketinê’’ dikin.  hemû caran serî li derewa ku ‘’her tişt  ji ber PKK’ê pêk tê’’ didin. Dîsa hin karên xwe yên qirêj, bo nimûne;  ‘’xebatên îmara bajaran’’ dixin rojevê û dixwazin girêdayî wê nîqaş werin kirin.

Di mijara ku ev yek çi qasî bi bandor in de helbet em nikarin tişteke şênber diyar bikin. Lê belê dema ku em kêmberteknîşandana civakê dinêrin, em dikarin bibêjin ku hinekî bi bandor in. Lê belê ev kêmbûna bertekan  çi qasî ji ber vê yekê û çi qasî jî ji ber zexta despotîk û terorê ye? Her wiha em baş dizanin ku li seranserê cîhanê hêzeke bi qasî rêveberiya Barzaniyan despotîk û serî li zextê dide jî tune ye. Welatî ji ber tirsa mirinê nikarin têkildarî rêveberiya Barzaniyan biaxivin, daxuyaniyan bidin û çalakiyan li dar bixin.

Vêca em werin têkildarî derewa reveberiyên Iraq û PDK’ê ku biaxivin ku dixwazin vê rewşê  weke çareseriyekê nîşan bidin! Çimkî ev hêz gelekî serî li vê derewê didin û îdîa dikin ku wê bi yên tên kirin Iraq û Başûrê Kurdistanê ‘’Serkeftinê bi dest bixin.’’ Yanî dibêjin ku wê di encama van yekan de şerê di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de bi dawî bibe.  Lê belê bi tu awayî nikarin tişteke şênber bibêjin ku wê ev yek çawa pêk were. Çimkî tişta ku weke çareserî diyar kirine, ne çareserî ye û bes derew e. Her kes jî û ew bi xwe jî vê yekê baş dizanin.

Her wiha firehbûna sinorê dewleta Tirk ya bi 25-40 kîlometreyî ya ber bi başûr ve dawîyê li şerê di navbera dewleta Tirk û PKK’ê jî naîne. Yanî dema ku xakên Qileban, Çel, Gever û Şemzînanê ji sînorbûnê derdikevin û xakên Batufa, Kadîşe, Amadiye, Dêrelûk, Şeeladizê û Diyanayê dibin sînor şer bi dawî nabe.  Ger em bibêjin ku şer li ser sînor e, di rewşa heyî de her du hêz wê dîsa ji ber ku sînor e bi rehetî şer bikin. Her wiha ger em şerê heyî ne li ser sînoran di nava qadên hundirîn de jî bibînin, wê demê jixwe tu bandora  berfirehkirina sînoran jî nabe.

Dema ku em lê dinêrin, bi dagirkirin û ilheqkirina herêmên berbehs ya ji aliyê dewleta Tirk ve şer bi dawî nabe û herêmên berbehs jî aramiyê bi dest naxin. Rola ku heya niha sînorên Qileban, Çel, Gever û Şemzînanê dilîst wê derbasî sînorên Batufa, Kadîşe, Amadiye, Dêrelûk, Şeladizê û Diyanayê bibe. Wê şer li ser vê xetê berdewam bike. Çimkî sengergirtina gerîlayên PKK’ê û ya li hemberî artêşa Tirk û çeteyên wê berdewam dike.

Wê demê divê em bûyerên li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewimin, rast fêm bikim. Em ji derewên AKP-MHP’ê û rêveberiyên Iraq û PDK’ê bawer nekin. Her wiha divê em rastiya dagirkerî û îlheqê ya heyî baş bibînin û li hemberî vê yekê girêdayî azadiya Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin. Di vê em wisa bikin ku îlheq û dagirkerî pêk neyê û îxaneta Barzanî û teslîmiyeta Iraqê serketinê bi dest nexin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka