JIN
Hemû Nûçe
-
Jinek li Êlihê hate qetilkirin
Li Taxa Cûdiyê ya Êlihê jina bi navê Aysel E., ji aliyê Mûrat E. ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin. -
Kongreya 7'emîn a TJK-E'yê: Divê her jin xwe bi rêxistin bike
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) kongreya xwe ya 7'emîn bi beşdariya nûnerên rêxistinên sîwanî yên li heft welatan û rêxistinên li hemû parçeyên Kurdistanê pêk anî. Encamnameya kongreyê hate eşkerekirin. -
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin
Li Reqayê 2’yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin. Kongre bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû. -
CFWIJ: Herî pir Îran û Tirkiye rojnamevanên jin digirin
Koalîsyona Jinan di Rojnamevaniyê de (CFWIJ), diyar kir ku ji 30’ê Nîsanê ve li seranserê cîhanê 100 rojnamevanên di girtîgehan de bûne û destnîşan kir ku herî pir Tirkiye û Îran rojnamevanên jin digirin. -
Di Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Hate daxuyakirin ku di meha Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 27 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Li Stenbolê mêrekî hevjîn û dayika xwe qetil kir
Li Stenbolê kesekî bi navê Erdal Şahîn, piştî ku Nazli Şahîn a pê re zewicî bû û dayika xwe qetil kir, întixar kir. -
KCDP: Di meha Hezîranê de 22 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê di meha Hezîranê de 22 jin hatine qetilkirin û 27 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Li Swîsreyê Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê destpê dike
Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê wê 9-15’ê Tîrmehê li Swîsreyê were lidarxistin. -
RJAK'ê bang kir ku kiryarên tundiya li dijî jinê bêne cezakirin
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ragihand ku li Başûrê Kurdistanê rewşa jinê hîn bêhtir nebaş bûye û bal kişand ser êrîşên zayendî û tundiyê ku zêde bûye. -
Erzîncan: Em ê teqez şoreşa jinê bi ser bixînin - NÛ BÛ
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku li ser bingeha xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê azadiya jinê pêk were û got, "Felsefeya me ya azadiyê ya li ser bingeha Jin, Jiyan, Azadî wê bi ser bikeve." -
Hejmara dawî ya Newaya Jin: Rehên esîl ên têkoşîna me
Hejmara Tîrmehê ya Newaya Jin bi manşeta 'Rehên esîl ên têkoşîna me' hate weşandin. -
Rûken: Bi Zîlanbûyînê em Rêber Apo azad bikin
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zerîn Rûken got, "Li ser rêbaza milîtaniya fedaî em xwe bikin mîna Zîlan, pêngava 'Dem dema azadiyê', pêngava xwe ya jinê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin." -
Gerîlaya YJA Starê: Zîlanê bi çalakiya xwe dîrok nivîsand
Gerîlaya YJA Starê Avjîn Çiya got: “Di roja me de li hemberî zilmê, dewletê û kapîtalîzmê şerekî pir mezin tê meşandin. Yên ku vî şerî didin meşandin jî, şervanên heval Zîlan in.” -
‘Em li ser xeta fedayîbûnê ya Zîlanê xwe perwerde dikin’
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Dêrsim diyar kir ku heval Zîlan fermandara wan a mezin e û got: “Em li ser xeta fedayîbûnê ya heval Zîlan, bi heman bîr û baweriyê xwe perwerde dikin.” -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîda Îmraliyê li 2 bajaran çalakî kirin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Tekîrdag û Kocaeliyê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakî li dar xistin. Di daxuyaniyê de gardiyan jî hatin hişyarkirin. -
Zîlan li Erîvanê hate bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) li Erîvanê bi civînekê hate bîranîn. -
Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê: Zîlan tişta ne pêkan bi helwesta xwe kir
Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî diyar kir ku li hemebrî faşîzmê ji xeynî helwesta Zîlanê alternatîfeke din tune û got “Em YJA Star em ê bibin şervanên xurt ên Zîlanê.” -
YJA Star: Zîlan pûsûlaya azadiyê ya jinê ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, "Zîlan ji bo jinên ku li çeperan şer dikin, li metropolan têdikoşin, li zindanan li ber xwe didin, li kolanan bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' rabûye serhildanê, pûsûlaya azadiyê ye." -
'Zîlan xeta fedaîtî û azadiyê ye'
Gerîlayên jin diyar kirin ku xeta Zîlan xeta fedaîtî û azadiyê ye û gotin, gerîla bi vî ruhî û vê mîrateyê li ber xwe didin. -
TJA: Divê demildest tecrîda giran li ser îradeya gelê Kurd bê rakirin
TJA’yê têkildarî tecrîda girankir ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Divê demildest tecrîda giran li ser îradeya gelê Kurd bê rakirin." -
Mihrîcana Jinan a Zilan bi muzîkê bi dawî bû
18’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan a bi dirûşmeya “Em bi jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” li Londonê bi tevlêbûna sedan kesî bi coş bi dawî bû. -
Pirtûkxaneya jinên Kurd deriyên xwe ji xwîneran re vekir
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku li Silêmaniyê hat vekirin, deriyên xwe ji xwîneran re vekir. -
PAJK: Pêşengiya bi rengê Zîlan, misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Koordînasyona PAJK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Pêşengiya ji pêvajoyê re ya bi rengê Zîlan, têkbirina tecrîda li ser Rêbretî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye." -
Ozgokçe: Tundiya li jinê zêde dibe
Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe anî ziman ku ji sala 2022'an û vir ve kuştina jinê, destdirêjiya li jin û zarokan û tundiya li jinê gelekî zêde bûne. -
Li Silêmaniyê Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd hat vekirin
Li Silêmaniyê Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd hat vekirin. Di vekirinê de sînevîzyona li ser xebatên Nagihan Akarselê yên ji bo pirtûkxaneyê hatin nîşandan.