Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîda Îmraliyê li 2 bajaran çalakî kirin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Tekîrdag û Kocaeliyê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakî li dar xistin. Di daxuyaniyê de gardiyan jî hatin hişyarkirin.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku li dijî tecrîda Îmraliyê û êşkenceyên li girtîgehan çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Yekîneyên me 25’ê Hezîranê li Tekîrdag-Mûratliyê li dijî mala gardiyanê faşîst ê bi navê Mahmût ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê wezîfedar, çalakî pêk anîn. Mala gardiyanê faşîst li Kolana Cevîz a Cadeya Mîthatpaşa a navçeya Mûratliyê ye. Yekîneya me ya destpêkê bi koordîneyî li dijî mala gardiyan çalakî kir û mal dayîne ber agir. Gardiyanê faşîst ji aliyê yekîneyên me ve hatiye cezakirin. Piştî çalakiyê yekîneyên bi ewle ji qadê veqetiyane û gihiştine cihê xwe.

27’ê Hezîranê li Kocaelî-Derînceyê febrîqeya alavên malê yê faşîstên AKP-MHP’î ji aliyê yekîneyên me ve hat şewitandin. Febrîqeyê zirareke mezin dît.

Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û zext û êşkenceyên ku li girtîgehan zêde dibin, tên kirin.”