Ozgokçe: Tundiya li jinê zêde dibe

Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe anî ziman ku ji sala 2022'an û vir ve kuştina jinê, destdirêjiya li jin û zarokan û tundiya li jinê gelekî zêde bûne.

Ji sala 2002'an û vir ve piştî ku AKP bû desthilatdar, tundiya li jinê, kuştina jinê, destavêtina li jinê û tundî û destdirêjiya li zarokan zêde dibin. Li gel desthilatdariya AKP-MHP'ê piştî ku HUDA-PAR û Partiya Yenîden Refah tevlî meclîsa Tirk bûn, tê gotin ku tundiya li dijî jinê wê zêdetir bibe.

Aktîvîtsa femînîst Zozan Ozgokçe anî ziman ku ji sala 2022'an û vir ve kuştina jinê, destavêtin û destdirêjiya li jin û zarokan timî zêde dibe û got, "Em her carê dibêjin, tundiya li dijî jinê wê kêm bibe, jin hîn bêhtir zane dibin, pê dihesin lê mixabin ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê mêr ji vê yekê hêzê werdigirin. Polîtîkaya bêcezahiştinê jî dibe sedem ku tundiya li dijî jinê zêde bibe."

Ozgokçe ragihand ku li Wanê ku nifûsa xwe milyonek û 200 hezar kes e, tenê stargehek ji bo jinan heye û diyar kir, qereqoleke bi tenê li gilî û gazinên jinan ên ji ber tundiyê guhdarî dike, lewma jinên li navçeyan û gundan neçar dimînin ku tundiya li wan tê kirin di nava xwe de bihêlin. Ozgokçe ragihand ku jin ji ber vê yekê nikarin tiştekî bikin û got, "Lewma hejmara mirina bi guman zêde bû, jin ber bi xwekuştinê ve têne dehfdan. Ji ber vê yekê encamên nebaş rû didin. Lewma bûyerên bi vî rengî her roj zêdetir dibin. Her wiha rêxistinên jinan, saziyên ku ji bo jinan dixebitîn, yekîneyên li şaredariyan ên têkildarî jinan, stargehên jinan hatin girtin. Niha navendên malbatê hene, lê belê li dijî tundiya li jinê, karê ji bo xurtkirina jinê nameşînin. Berevajî vê yekê li jinan ferz dikin ku li malê serê xwe bitewînin, xizmetê ji mêrên xwe re bikin. Medya jî piştgiriyê dide vê yekê. Lewma ji ber ku jin, jinên xurt, jinên ku jiyanê diguherînin dernakevin pêş, mixabin jin ên ciwan û jin ên zewicî vê yekê dijîn."

'LI MECLÎSÊ HIN PARLAMENTER HENE KU 3 HEVJÎNÊN XWE HENE'

Ozgokçe got, "Weke jinekê, heta hilbijartinê hêviya min ji meclîsê ya ji bo jinê zêde bû, lê belê vê hilbijartinê bersiv neda bendewariya min. Ji ber ku piraniya endamên meclîsê bi wan mêran tijî ne ku ferz dikin jin serî bitewîne. Vaye li meclîsê hin mêr hene ku 3 hevjînên xwe hene, li meclîsê rêjeya nûnertiya jinê gelekî kêm e. Qanûnên têkildarî jinê nakevin rojevê jî. Tundî û destavêtina li jin û zarokan, nakevin rojeva meclîsê. Parlamenterên jin ên muxalefetê kêm jî be pirsgirêkên jinan tînin ziman, lê belê bi giştî ji aliyê desthialtdariyê ve têne redkirin. Pêşnûme têne pêşkêşkirin, lê encamek jê nayê. Rêxistinên civakî yên sivîl û jin, civak divê hîn bêhtir nêzî hev kar bikin. Bi vî rengî dikare bê guhertin."

'JIN DIVÊ TEQEZ XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Ozgokçe û got, "Li bajarê mezin ê mîna Wanê herî kêm diviyabû 20 stargehên jinan hebûna" û wiha dewam kir, "Lê belê li vî bajarê mezin tenê stargehek heye. Jinên li vê derê ji aliyê pîşeyî, hiqûqî, psîkolojîk ve nikarin piştgiriyê werbigirin. Çi dibe? Jin dibêjin, li şûna ku vî derdî bikişînim ez li mala xwe bimînim. Di demeke kurt de divê bi lez çareyek ji vê yekê re bê peydakirin. Lê belê ji bo vê gavek jî nayê avêtin. Lewma hem her roj hîn bêhtir dereng dikevin. Her ku dereng dimînin jî hîn bêhtir destdirêjî li jinan dibe, jin neçar dimînin xwe bikujin, jin hîn bêhtir têne kuştin, jin hîn bêhtir neçar dimînin ku bêdeng bimînin. Ev yek divê bê guhertin. Mînak dema ku sê jin li hev kom dibin, yekser êrîş li wan tê kirin, têne girtin û jin têne cezakirin. Divê ev yek bê guhertin, atmosfereke demokratîk divê hebe. Ji bo vê jî ji meclîsê heta bi qada xwecihî divê her kes bi hevkarî bixebite. Weke ku karekî zehmet e xuya dike, lê belê ev atmosferaa baweriyê divê bê avakirin. Jin li dijî tundiyê divê xwe teqez bi rêxistin bikin."