Gerîlaya YJA Starê: Zîlanê bi çalakiya xwe dîrok nivîsand

Gerîlaya YJA Starê Avjîn Çiya got: “Di roja me de li hemberî zilmê, dewletê û kapîtalîzmê şerekî pir mezin tê meşandin. Yên ku vî şerî didin meşandin jî, şervanên heval Zîlan in.”

Gerîlaya YJA Starê Avjîn Çiya derbarê şehîd Zîlan ku 30’ê Hezîranê li Dêrsimê li hemberî dewleta Tirk çalakiya fedayî kir, ji ANF’ê re axivî.

Çiya diyar kir ku heval Zîlan bi çalakiya xwe dîrok nivîsand û wiha got: “Di çalakiya xwe de hebûnekê da jiyîn, bû topek ji agir û di nava dijmin de teqiya. Zîlan ne tenê weke nav zindî bû, di jiyan û hebûnê de bû nemir û her tim di nava jiyanê de herikî. PKK partiyeke wisa ye ku bi fedayîtiya xwe tê naskirin, ruhekî wisa ye ku her tim di hebûnê de zindî bimîne. Di çeper û tunelên şer de jî, ew ruhê fedayîtiyê ji nû ve zindî bû. Li Zap, Avaşîn û Metînayê bi vî ruhî pir lehengî derketin pêş. Dibe ku heval Zîlan kesek bû, lê niha Zîlan bi çalakiya xwe li hemû qadê zindî ye. Heval Zîlan bi çalakiya xwe gerdûnek ava kir. Hetanî niha jî ew gerdûn her tim mezin dibe. Heval Zîlan serî li hemberî zilmê rakir û ti carî zilm qebûl nekir.

Niha di nava PKK’ê bi hezaran Zîlan hene, ruhê heval Zîlan di şexsê Avzem û Bageran de ji nû ve zindî bû. Ji ber ku wan di hebûna xwe de Zîlan dan jiyankirin. Mîna Rêbertî gotiye, ‘Zîlan manîfesto ye’, mirov çiqas wê manîfestoyê bixwîne, divê ewqas xwe di wê manîfestoyê de kûr bike. Armanca me ya yekem ew e ku em bikarin, di manîfestoya heval Zîlan de xwe kûr bikin û bikaribin gavên xwe biavêjin. Di roja me de li hemberî zilmê, dewletê û kapîtalîzmê şerekî pir mezin tê meşandin. Yên ku vî şerî didin meşandin jî, şervanên heval Zîlan in.”