Pirtûkxaneya jinên Kurd deriyên xwe ji xwîneran re vekir
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku li Silêmaniyê hat vekirin, deriyên xwe ji xwîneran re vekir.
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku li Silêmaniyê hat vekirin, deriyên xwe ji xwîneran re vekir.
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, yek ji xewn û projeya Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin.
Bernameya vekirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd a li bajarê Silêmaniye di roja duyemîn de berdewam in. Jinên ku li avahiya navendê hatin ba hev, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ketin avahî.
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk û ji Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jin tev li bernameyê bûn. Her wiha Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê, ji Almanyayê bijîşk Barbara Pade Theissen ku gelek xebatên wê yên li ser civaka baviksalar hene, Komîteya Jineolojiyê ya Almanyayê û ji gelek deverên cuda yên cîhanê jin jî tev li bernameyê bûn. Jinên ku ji çar aliyên cîhanê ji bo vekirina navendê hatin ba hev, bi xwe re pirtûk û kovarên dîrok û têkoşîna jinan vedibêjin bi xwe re anîn û bexşî pirtûkxaneyê kirin.
Ji Komeleya Nivîskarên Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşî da zanîn ku jinên ji çar aliyên cîhanê hatin Silêmaniyeyê ji bo yek armancê civiyane. Hoşî, got ku wê silavên jinên têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîne û wiha domand: “Jin li wir têkoşîna azadiyê dimeşînin. Gelek jinên dixwestin bên vê derê ji ber derfetên kêm nekarîn bên. Her wiha jinên nivîskar ên rojavayî silavên xwe ji bo we hebûn. Tevî hemû bêderfetiyan jî girîng e ku ev pirtûkxaneye hatiye vekirin. Li me jinan pîroz be.”
Fatma Rojhilat jî li ser navê Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) tev li bernameyê bû. Rojhilat, xebatên endama Akademiya Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ji bo Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi bîr xist. Rojhilat, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ev der, weke berhema kedekê hate vekirin. Divê em jî xwedî li vê kewê derkevin û berdewamiya wê bînin. Wê meşa me ya di vê rêya nûnertiya têkoşîna jinan dike de bidome. Ez bejna xwe li hemberî têkoşîna hemû jinên daxwaza azadiyê diikn ditewînim.”
'WÊ HEMÛ JIN BIBIN PARÇEYEKÎ VÊ PÊVAJOYÊ’
Sina V. Gemeinsam Kampfen ku ji Almanyayê tev li bûbû jî destnîşan kir ku xebatên wê navend bimeşîne girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeydkirina stranên dapîrên me, ji bo demokratîkbûnê pir girîng in. Me ber bi Mezopotamyayê ve dibe ku me çand, paşeroj û zimanê xwe li wir dîtiye. Li vir lêkolînên dîrokî tên kirin û wateya vê ji bo me gelek mezin e. Em li vir in ji ber ku em dixwazin bibin parçeyekî vê pêvajoyê.”
Ji Herêma Federe ya Kurdistanê Sirweey Beyan jî got ku wê dîroka têkoşîna jinên Kurd li vê pirtûkxaneyê were nivîsandin û lêkolînkirin. Beyan, anî ziman ku hemû dinya wê di serî de jinên Kurd, dîroka jinên cîhanê û civakîbûna wan bibîne û bixwîne.
FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ'
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî jinên Kurd ên têkoşîna azadiyê dimeşînin silav kir û wiha got: “Ez wan jinên ji bo pêkanîna xeyala Nagihanê em li vir civandin silav dikim. Dema bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ re hesaba Jîna Emînî dihat pirsîn, me bihîst ku kedkara vê dirûşmê Nagihan hatiye qetilkirin. Li Rojhilat Jîna, li Başûr Nagihan, li Rojava Hevrîn Xelef, Yûsra, li Fransayê Sakîne, Leyla û Fîdan... Li hemû deverên ku destkeftiyên gelê Kurd lê hene, dixwazin peyamekî bidin me. Dixwazin paradîgmaya me ya azadîxwaziya jinê tune bikin. Dixwazin têkoşîna gelê Kurd tune bikin. Em jî li vir, li vê pirtûkxaneyê vê peyamê didin: Çiraya Nagihan û rêhevalên wê vêxistî wê li vê pirtûkxaneyê aj bide û dengên li pirtûkxaneyê belav dibin wê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê belav bike. Em ê li hemberî faşîzmê serî netewînin.”
Piştî axaftinan, jinan pirtûk û berhemên bi xwe re anîn li Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi cih kirin.
Bername bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Rêheval Nagihan nemir e” bi dawî bû.