Di Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Hate daxuyakirin ku di meha Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 27 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Hate daxuyakirin ku di meha Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 27 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) çeteleya tundiyê ya Hezîranê parve kir. Li gorî çeteleyê; di Hezîranê de 25 jin hatin qetilkirin û 27 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha Hezîranê de 3 jin ji aliyê mêrê di pêvajoya hevberdanê de, 2 jin ji aliyê mêrê hevberdayî, 3 jin ji aliyê zarokên xwe ve, 7 jin ji aliyê mêrên pêre zewicî re, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê heval, 2 jin ji aliyê mêrê dest jê berdayî ve, 4 jin ji aliyê kesê nas dike, 1 jin ji aliyê mêrê zavayê xwe ve hate qetilkirin.
Li gora daneyan; li Îzmirê 6, Dîlok 2, Eskîşehîr 1, Konya 1, Kocaelî 1, Qers 1, Antalya 2, Enqere 2, Aksaray 1, Edene 2, Karabuk 1, Stenbol 2, Manîsa 1 û Îzmitê jî jinek hate qetilkirin.