CFWIJ: Herî pir Îran û Tirkiye rojnamevanên jin digirin

Koalîsyona Jinan di Rojnamevaniyê de (CFWIJ), diyar kir ku ji 30’ê Nîsanê ve li seranserê cîhanê 100 rojnamevanên di girtîgehan de bûne û destnîşan kir ku herî pir Tirkiye û Îran rojnamevanên jin digirin.

Li gor rapora ku CFWIJ’ê weşand, çaryeka pêşîn a îsal herî kêm 100 rojnamevanên jin di girtîgehan de bûne.

Di raporê de wiha hat gotin: “Li gor çaryeka pêşîn a sala 2022’yan, em ji zêdebûna tacîza fîzîkî û yasayî ya berpêyî jinan bi fikar in.”

Li gor raporê, ji 30’ê Nîsanê û pê de li Îranê 28, li Tirkiyeyê 19, li Çînê 15, li Rûsyaya Spî 9, li Myanmarê 8, li Misirê 4, li Rûsyayê 3, li Vîetnamê 3, li Etiyopyayê 2, li Somaliyê 2, li Filistînê 1, li Laosê 1, li Erebistana Siûdî 1, li Sûriyeyê 1, li Hong Kongê 1, li Filîpînan 1 û li Bûrûndiyê 1 rojnamevanên di girtîgehan de bûne.