‘Em li ser xeta fedayîbûnê ya Zîlanê xwe perwerde dikin’

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Dêrsim diyar kir ku heval Zîlan fermandara wan a mezin e û got: “Em li ser xeta fedayîbûnê ya heval Zîlan, bi heman bîr û baweriyê xwe perwerde dikin.”

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Dêrsim bi wesîleya salvegera çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ew ê jî mîna heval Zîlan canê xwe ji bo vê rêyê feda bikin.

Zîlan Dêrsim di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Heval Zîlan fermandara me ya mezin e. Heval Zîlan her tiştê xwe ji bo gel û rêxistinê danî holê. Hevalên jin ên ku îro li çeperan li ber xwe bidin û gihiştine asta şehadetê, şopdarê heval Zîlan in. Heval Zîlan di ferqa zanebûna xwe de bû û weke jinekê wê zincîra koletiyê ya ku dewletê li ser jinê ferz kirî, qetand. Zîlan bi wê zanebûna xwe tevlî nava refên PKK’ê bû, tevî îdeolojî û felsefeya Rêbertî bû. Em jî li ser vê xeta fedayîtiyê bi heman bîr û baweriyê xwe perwerde dikin. Hevalên ku li gel heval Zîlan mane, pir qala bîranînên wê dikin. Di encama heqîqeta ku heval Zîlan gihiştiyê de, çalakiyek fedayî û pir bi bandor li hemberî dijmin pêk anî.”

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Dêrsim diyar kir ku îro jî bi hezaran gerîla şopdarê vê riya heqîqetê ne û wiha got: “Hem hevalên jin û hem jî hevalên xort bêyî sînor bi wê kelecanê li ser xeta vê fedayîbûnê dimeşin. Çalakiya heval Zîlan deng veda. Em ê jî weke şopdarên heval Zîlan, ji bo vê riyê canê xwe feda bikin. Bi hezaran pêşengên me yên mîna heval Zîlan Semayan û Bêrîtanan, Mazlûm, Egîd, Kemalan hene. Dibe çalakiya her yekê cuda be, lê ruhê fedayîbûnê heman e. Ew xelek û ruh hîn heye, ew ruh her tim nûjen dibe û tê jiyîn. Ji ber wê mirov çiqas çalakiya heval Zîlan binirxîne, kêm e. Di şexsê heval Zîlan de bi hezaran hevalên me yên fedayî hene. Zîlan rûmeta me ye, xeta me ya fedayîbûnê ye. Em ê her tim hem di jiyanê û hem jî di şer de xwe bigihînin wê astê û em ê her tim şopdarê heval Zîlan a xeta fedayîbûnê bin.”