Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin
Li Reqayê 2’yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin. Kongre bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû.
Li Reqayê 2’yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin. Kongre bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû.
Li Hola Mişwar a Reqayê, Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya hate lidarxistin. Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ, YPG′ê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.
Di destpêka kongryê de berdevka kombûnê Xûd El Îsa axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Piştî nîqaşkirina rêziknameya kongreyê, beşdaran bendên wê nîqaş kirin û endamên Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya hilbijartin.
Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de ev tişt hate diyarkiri “Piştî damezirandina kombûnê û ragihandina wê di 1’ê Hezîrana 2021’an de li Reqayê û erêkirina rêziknameya wê, li ser sazûmaniya rêxistinî ya kombûnê li Reqa, Tebqa, Dêrazorê xebat hat kirin. Piştî derbasbûna 2 salan û meşandina têkoşînê, konferansên nivîsgehên kombûnê li herêmên navborî hatin lidarxistin. Heta ku kongreya giştî îro li dar ket, perspektîf, rapora kar û xebatên kombûnê hatin nîqaşkirin. Endamên koordînasyonê û meclisa giştî hatin hilbijartin. Navên nivîsgehên li herêman hatin guhertin û bûn meclisên kantonan. Her wiha li ser bernameya kar û xebatan li gorî xalên li jêr hatin lihevkirin:
ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîn bê mezinkirin, pêngav û çalakiyên têkildarî wê bên zêdekirin.
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mezinkirina têkoşînê, amadekirina bername û pêngavan.
Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiya li ser jinan û rizgarkirina wê ji zihniyeta baviksalariyê ya desthilatdar, divê têkoşîn were mezinkirin.
Destpêkirina pêngavên rêxistinî ji komunan heta meclisan.
Ji bo xurtkirina pergala hevserokatiyê, lidarxistina civînan û amadekirina bernameyan.
Pêwîst e têgeha ekolojiyê bi rêya pêngavên zanakirinê bê belavkirin.
Lidarxistina bername û pêngavên zanakirinê têkildarî tenduristiya jinan û zarokan.
Ji bo xurtkirina jinan di tevahiya aliyan de, vekirina dewreyên meslekî û fikrî yên vekirî û girtî.
Vekirina dewreyên perwerdehiyê yên fikrî, siyasî û aboriyê.
Çalakirina projeyên aboriyê di gelek aliyan de ji bo pêşxistina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji gelek jinan re.”