KCDP: Di meha Hezîranê de 22 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP’ê di meha Hezîranê de 22 jin hatine qetilkirin û 27 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên xwe yên têkîldarî tundiya mêr a meha Hezîranê parve kir. Li gorî raporê 22 jin hatin qetilkirin û 27 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî raporê piraniya jinan ji ber ku xwestin dest ji mêrê pê re zewicî berdin, ji ber lihevkirinê, têkiliyê û zewacê red kirine hatine qetilkirin, her wiha nehat zanîn ku 13 jin bi çi hincetê hatine qetilkirin. 

‘DIVÊ MIRINÊN BI GUMAN BÊ RONÎKIRIN’
   
KCDP’ê têkîldarî mirina bi guman a 27 jinan jî, anî ziman ku bi pêvajoya pandemiyê re mirina bi guman a jinan û xwekuştina jinan pir zêde bûne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mixabin mirina bi guman a jinan ji cînayetên jinan zehmetir dibe. Divê were eşkerekirin ku gelo jin bi rastî jî bi qezayê mirine, cînayete an ne, xwekuştine an neçar mane xwe bikujin.”