Li Rojhilatê Kurdistanê jinek hate girtin
Zextên hêzên dewleta Îranê yên li dijî Kurdan dewam dikin. Rêxistina Mafên Mirovan Heranayê ragihand ku Befrîm Marufî ya ji bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin.
Zextên hêzên dewleta Îranê yên li dijî Kurdan dewam dikin. Rêxistina Mafên Mirovan Heranayê ragihand ku Befrîm Marufî ya ji bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin.
Rêxistina Mafê Mirovan Herana ragihand ku jinek xelkê Bokanê hate girtin.
Girtin û binçavkirinên Kurdan ya ji aliyê rejîma Îranê ve dewam dike, Rêxistina Mafê Mirovan Herana ragihand ku duh jinek Kurd ya bi navê Befrîm Merufî ya xelkê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo cezayê lê hatî birîn bikêşe, şandine girtîgeha Urmiyeyê.
Gorî heman nûçeyê beriya niha şaxa 101 ya Dadgeha Sucan ya Bokanê, ji ber fikirên siyasî 4 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Befrîm birîbû.
Hêjayî gotinê ye di 30’ê Çileyê (2025) de Befrîm Merufî li Bokanê hatibû binçavkirin, piştî wê di 15’ê Sibatê de bi kefalet, bi awayek demkî hatibû berdan.