JIN
Hemû Nûçe
-
'Komkujiyên li Parîsê bi gelek armancan hatin kirin'
Endama TJK-E Zeynep Karakoçan, diyar kir ku komkujiyên Parîsê xwedî armancên îdeolojîk, siyasî, leşkerî, civakî û psîkolojîk ên pir alî ne. -
'Şerê Sakîne şerê me hemûyan e, divê em vî şerî mezin bikin'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersîm û endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan qala yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Sakîne Cansiz kirin û gotin, "Şerê hevala Sakîne şerê me hemûyan e, divê em vî şerî mezin bikin." -
Li Amedê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Rezanê Pervîn Bal ji aliyê hevjînê xwe N.B. ve hate qetilkirin. -
Tevgera Hîlala Zêrîn şehîdên Parîsê bi bîr anî
Tevgera Hîla Zêrîn, jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku sala 2013'yan li Parîsê hatibûn qetilkirin bi bîr anî. -
Civata Jinê ya Zenûbya şehîdên Parîsê bi bîr anî
Civata Jinê ya Zenûbya şehîdên Parîsê bi bîr anî û got, "Berxwedana jinan a li dijî dewleta Tirk a dagirker wê mezin bibe." -
Li Îranê cezayê 74 qemçiyan li aktîvîsta Kurd hate birîn
Aktîvîsta Kurd Roja Heşmatî ya li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dimîne, ji ber ku wêneyekî xwe yê servekirî parve kir cezayê 74 qemçiyan lê hate birîn. -
Kongra Star: Em sala 2024'an bikin sala edalet û tolhildana şehîdan
Meclîsa Konrga Star şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anî û got, "Divê em destketiyên mezin bi dest bixin. Em sala 2024'an bikin sala edalet û tolhildana şehîdan." -
Şehîdên Parîs û Silopiyayê hatin bîranîn
Ji bo bîranîna şehîdên Parîs û Silopiyayê, li navçeya Silopiya ya Şirnexê û Mêrdînê merasîm hate lidarxistin. -
Qanûna Jinê li dijî zîhniyeta serdest hate derxistin - I
Qanûna Jinê di sala 2014’an de hate derxistin. Qanûna Jinê ku ji 27 bendan pêk tê mafên jinan diparêze û misoger dike. Her wiha di civakê de guherîn û veguherînê çêdike. -
Jinên bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin, li Êlihê hatin bîranîn
6 Jinên Kurd ên şoreşger ên ku bi destê dewleta Tirk li Parîs û Silopyayê hatin qetilkirin, li Êlihê hatin bibîranîn. -
Aygul Dokû: Gulîstan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye
Malbata Gulîstan Dokû ku 4 sal in aqûbeta wê zelal nebûye, hat Dersimê û banga "Gulîstan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye, bila ev tarîtî bi dawî bibe" kir. -
MKG: 168 rojnamevên jin hatin darizandin, 11 girtî ne
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin ên sala 2023'an eşkere kir ku diyar kir ku 168 rojnamevanên jin hatin darizandin, 11 jê girtî ne. -
Viyan Leyla: Pêwîstiya rêxistiniyê her tim bi têkoşînê heye
Endama PAJK'ê Viyan Leyla got, "Li dijî jiyana ku sîstem ferz dike, divê têkoşîneke rêxistinbûyî bê meşandin. Wekhevî, hurmet û bawerî nebe, îradeya azad jî nîne." -
'Em kolanên Parîsê dagirin, hesabê komkujiyan bipirsin'
TJK-F û CDK-F'yê bal kişandin ser komkujiya Parîsê û gotin, "Di serî de jin hemû em bang li gelê Kurd û dostan dikin ku 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin." -
Di 2023’yan de li Fransayê 94 jin hatin qetilkirin
Wezareta Edaletê ya Fransayê daxuyand ku di sala 2023’yan de bi tevahî 94 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînên xwe yên kevin hatine qetilkirin. Wezaretê diyar kir ku li gorî salek berê qetlîamên jinan ji sedî 20 kêm bûne. -
Navendên Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk: Di salekî de 385 jin hatin qetilkirin
Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîstîk ragihand ku di sala 2023’yan de 385 jin hatin qetilkirin, 310 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
KCDP: Mêran di sala 2023’yan de 315 jin qetil kirin
KCDP: Mêran di sala 2023’yan de 315 jin qetil kirin Li gorî rapora sala 2023’yan a KCDP’ê mêran di nava salekî de herî kêm 315 jin qetil kirin, 248 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
‘Em ê li dijî zihniyeta qeyûm hîn bêhtir xwe rêxistin bikin’
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Halîme Akyol diyar kir ku ew ê li dijî zihniyeta ku hewl dide jinan ji jiyanê qut bike, li her deverê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin. -
Li Stockholmê wê Konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ bê lidarxistin
Li paytexta Swêd Stockholmê wê du rojan konferanseke girêdayî berxwedana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin. -
Ji bo rojnamevanên ku nûçeyên Jîna Emînî çêkirine, qedexeya hevdîtinê
Hat ragihandin ku, ji bo rojnamevanên ku nûçeyên têkîldarê Jîna Emînê çêkirine û hatine girtin, qedexeya telefon û hevdîtina ligel malbatê hatiye dayîn. -
Berxwedana jinên Belûcî ya li dijî terora dewleta Pakistanê hat silavkirin
Tora Jinên Pêşerojê Radiçînin jinên li dijî terora dewleta Pakistanê meşiyan silav kirin û gotin, “Em ji bo dewleta Pakistanê hesabê zilm û hovîtiyê kiriye bide û daxwaza edaletê dikin." -
JINNEWS: Sala 2023’an herî kêm 320 jin hatin qetilkirin
Li gorî bîlançoya JINNEWS’ê, sala 2023’an herî kêm 320 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 189 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
TJK-E: Komkujî û komployên we wê nikare rê li ber şoreşa jinan bigire!
TJK-E: Em ji desthilatdaran re dibêjin ku hemû komkujî û komployên we yên ji Îmraliyê heya Parîsê wê nikare rê li ber pêşketina tekoşîna gelê Kurd û şoreşa jinan bigire. -
Hejmara Çileyê ya Newaya Jin derket: Divê têkoşîna edaletê bi gerdûnî bibe
Hejmara 226'an a rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin bi manşeta “Divê têkoşîna edaletê bi gerdûnî bibe” derket. -
KJK: Şoreşa jin û mirovahiyê wê bi ser bikeve
KJK’ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand û bang li hemû jinan û kesên ku ji bo jiyaneke bi wate xwedî hêvî ne, kir ku li dijî dewleta desthilatdar şoreşa azadiyê ava bikin.