Di rojên borî de li qada înşaetê ya navendê têkildarî xebatên Konfederalîzma Demokratîk û Şoreşa Rojava, semînerek hate lidarxistin. Femînîstên Abya Yala, kolektîfa Panelus en Rebeldia û komên aktîvîstên cuda, beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de her kes hemfikir e ku Konfederalîzma Demokratîk binesaziya esas a sîstemeke civakî ya alternatîf diafirîne.
Di dawiya merasîmê de dîmenek hate parvekirin ku bang li hemû dostan dikir ku piştevaniya ji bo gelê Kurd mezin bikin. Di peyamê de ev tişt hate gotin: “Niha Em li qada Espaci Alina ne ku ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn (Alina Sánchez) tê avakirin. Em li vî cihê ku zarokatiya Alina lê derbas bûye, navendeke perwerdeyê û pedagojîk ava dikin. Li vir ji femînîstên Abya Yala, Panelus en Rebeldia û gelek kolektîfan heval hene. Em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku şoreşa me biparêzin. Em vedixwînin parastina Şoreşa Rojava ku şoreşa sedsala 21’an e. Parastina Rojava, parastina dilê me ye. Rojava ciheke navenda jinê ye ku sîstema cîhaneke nû lê şîn bûye. Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin û em daxwaz bikin ku cezayên îdamê yên li Îranê, demildest bên rakirin.”
DI SALA 2018’AN DE ŞEHÎD BÛ
Alina Sánchez li bajarê San Martin de los Andes ê Arjantînê di sala 1986’an de hate dinê. Alina Sánchez a bi nasnav Lêgerîn Çiya doktor, femînîst û şoreşger bû. Piştî ku li Kubayê li dibistana Tibê ya Latîn Emerîkayê (ELAM) perwerde dît, di sala 2011’an de beşdarî nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû û di sîstema tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wezîfe girt.
Alina Sánchez di sala 2018’an de di dema seyahata li Hesekê de, di encama qezaya trafîkê de şehîd bû. Ji bo bîranîna wê, navê wê li Nexweşxaneya Til Temir a li herêma Cizîrê hate kirin.