Aktîvîsta jin ji bo Pexşan û Werîşe li ber girtîgehê çalakî kir

Parazvana mafê mirovan Maryam Sadat piştî ku salekê li girtîgeha Îranê ma, hate berdan. Maryam ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî li ber girtîgeha Evîn a li Tehranê, çalakî kir.

Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, zextên xwe yên li ser jinan zêde kir. Îran gefên darvekirinê li jinan dike û girtina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Yek ji van jinan jî parazvana mafên mirovan Maryam Sadat Yahyavî ye.

Maryam, bi qasî salek di Girtîgeha Evînê de hat hiştin û paşê hat berdan. Maryam li ber Girtîgeha Evînê, ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî yên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn, çalakî lidar xist.

Maryam pankartek ku li serê navên Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye nivîsandin vekir û slogana “Ji darvekirinê re na” qêriya. Maryam Sadat Yahyavî banga ‘cezayên darvekirinê yên ku we li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî û hemû girtiyên din ji ber sûcên bêbingeh birîn, betal bikin” li Îranê kir.