BI DÎMEN

Komxebata Hiqûqî ya mafê jinê li Hesekê destpê kir

Komxebata Hiqûqî û Şêwermendiyê ya li ser girîngiya bicihbûna mafên jinê li destûra nû ya Sûriyeyê, li Hesekê destpê kir.

Desteya Hiqûqî û Edaletê û Encûmana Edaletê ya Jinê ji bo ku mafê jinê di destûra nû ya Sûriyeyê de ji aliyê Hiqûqî de binerxînin, komxebatek şêwermendiyê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Baxçeyê El-Mişwar ê bajarê Hesekê destpê kirin.

Ji Yekîtiya Parêzeran, Tevgerên Jinan, Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser û nûnerên saziyên civaka sivîl gelek kes tevlî komxebatê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Jinê Rîm Berekat bi xêrhatina beşdaran kir.

Di komxebatê de wê rewşa jinê ya li Sûriyeyê bê nîqaşkirin û encamên wê jî bi encamnameyekê bêne ragihandin.