Werîşe Mûradî: Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû
Girtiya siyasî Werîşe Mûradî, bi nameya ku nivîsiye komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got, “Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû.”
Girtiya siyasî Werîşe Mûradî, bi nameya ku nivîsiye komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got, “Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû.”
Girtiya siyasî Werîşe Mûradî, ku ji aliyê Îranê ve bi cezayê darvekirinê tê darizandin, der barê komploya 15’ê Sibatê de nameyek şand.
Werîşe Mûradî di nameya xwe de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got, “Komplo bi armanca tunekirina Rêber Apo di aliyê fîzîkî de û qirkirina hemû gelê Kurd hat pêkanîn. Lê bêencam ma. Rêber Apo ji ber ku azadiya gelan dixwaze, li Îmraliyê tê girtin. Rêber Apo bi şoreşa rojane di zindanê de jiyan afirand. Zindana takekesî ya Îmraliyê ku çala mirinê bû, kir ode û eywana jiyanê. Lê belê Rêber Apo bû serokê hemû gelên bindest. Rêbertiya me berxwedanek bênavber meşand û hê jî dimeşîne.
Me di xeta Rêber Apo de, ji ferasetên tarî, desthilatdarî û dewletan re got Na! Mîna ku Zeynep Celaliyan got, ‘Eger em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin, wê hemû zindan vala bibin.’ Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû û azadiyê. Ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû û azadiya Rojhilata Navîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”