Li Creilê jin xwe ji Greva Jinê ya 8'ê Adarê re amade dikin

Jinên li bajarê Creil ê Fransayê ji bo birêxistinkirina Greva Jinê li hev kom bûn ku wê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bê lidarxistin.

Bi banga Yekîtiya Jinan a Sosyalîst (SKB) jin li hev kom bûn û daxwazên têkoşîna azadiya jinê û girîngiya grevê nîqaş kirin.

Di civînê de nûnera SKB'ê dîroka 8'ê Adarê bi bîr xist û diyar kir ku sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr hewl dide têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan bitepisîne.

Nûner SKB'ê ragihand ku di rojah eyî de jî şer, xizanî û koçberî li jinan tê ferzkirin.

Di civînê de hate ragihandin ku jin wê li hemberî hemû êrîşan bi greva jinê serî hildin û hate gotin, "Jin berxwedaneke giştî bi rêxistin dikin. Ji ber vê yekê jî ev di heman demê de xeteke xweparastinê ye. Em ê bi birêxistinê hêz û piştevaniya xwe mezin bikin. Em ê Greva Jinê birêxistin bikin."

Jinên ku beşdarî civînê bû soz dan ku 8'ê Adarê kombûn û grevê bi hev re birêxistin bikin.