TJK-E'yê banga tevlêbûna meşa dîrokî ya Strasbourgê kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) banga tevlêbûnê li meşa mezin û dîrokî kir ku 15'ê Sibatê wê li Strasbourgê bi pêşengiya jinan bê kirin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) banga tevlêbûnê li meşa mezin û dîrokî kir ku 15'ê Sibatê wê li Strasbourgê bi pêşengiya jinan bê kirin.
TJK-E'yê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûna meşa Strasboûrgê kir ku ji bo şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya Rêber Apo wê 15'ê Sibatê bê lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye: "Em dikevin sala 27'emîn a têkoşîna xwe ya azadiyê ku Rêber APO li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê pêş xist û bi pêşengiya rêhevalên me yên ku hêza xwe ji vê berxwedanê girtin û bi qehremanî şehîd ketin û hîn zêdetir mezin kirin. Li ser vê bingehê em Rêber APO bi hezkirin û rêzgirtineke mezin silav dikin ku li Îmraliyê li hember hêzên komploger berxwedaneke birûmet da û nîşanî her kesî da ku jiyana azad pêkan e. Bi vê boneyê em di şexsê şehîdên xwe de yên ku bi fedaîyane canê xwe di çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" şehîd bûne hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê armanca wan a jiyana azad û welatê azad bigihînin serkeftinê.
Rêber Apo di serdema komploya 15'ê Sibatê de hewl û kedeke mezin da îdeolojiya azadiya jinan û rêxistinbûna wê ku ev yek di warê çêbûna zanîn û rêxistinbûneke di têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de bû bingeheke dîrokî. Ev komplo jî li dijî heqîqeta jiyana azad û civaka azad hat kirin ku Rêber APO bi pêşengiya îdeolojiya azadiya jinan û têkoşîna wê pêş xist û li Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bû. Ji ber vê yekê ye ku hêzên komploger ên navneteweyî, li dijî Rêber Apo ku li Kurdistanê îdeolojî, felsefe û têkoşîna azadiyê pêş xist komploya 15’ê Sibatê li dar xistin.
Hêzên komloger da ku bihigêjin armanca xwe di van salên dawî de dixwazin Kurdistanê bi tevahî bixin dorpêça şerê qirêj û hov. Li dijî vê yekê di serî de jin, hemû gelê me ji berxwedana dîrokî û birûmet ya Rêber Apo hêz girt û ji bo dabînkirina azadiya xwe û parastina hebûna xwe têkoşîneke mezin daye.
Li ser vê bingehê em careke din komploya 15'ê Sibatê bi nefret şermezar dikin û di serî de jin em bangî hemû gel û dostên xwe dikin ku li dor Rêber Apo bibin yek û têkoşînê mezin bikin. Bangawaziya me ew e ku her kes beşdarî meşa mezin û dîrokî bibe ku bi pêşengiya jinan 15'ê Sibatê wê li Strasbourgê bê lidarxistin. Werin em roja reş ronî bikin."