BI DÎMEN

Li Johannesburgê komxebata Jineolojiyê hate lidarxistin

Li bakurê Johannesburgê bi beşdariya Akademiya Jineolojiyê û gelek rêxistin û komên jin komxebata Jineolojiyê hate lidarxistin.

Li bakurê Johannesburga paytexta Afrîkaya Başûr li herêma Vusumuzî ya Tembisayê ku herêmeke dagirkirî ya mezin e û piraniya rûniştvanên wê karkerên reşik in, ji aliyê, ILRIG, Akademiya Jineolojiyê, Abahlali BaseMjondolo, Tembisa û Komîteya Jinan a Eva Hofman Abahlali Base Freedom Park ve, li dibistaneke ku ji aliyê civaka Malawiyê ve tê birêvebirin, komxebata Jineolojiyê hate lidarxistin.

Komxebat ji aliyê endama Abahlali BaseMjondolo Tembisa Melita Ncobo ve hate rêvebirin. Melita Nkobo ku endama Abahlali BaseMjondolo Tembisa ye; Fumza Dumbata, Necîbe Qeredaxî û Lara Red li ser li ser pirsgirêkên erd û dabînkirina cih, komîteyên jinan, komîn û hewlên hevkariya hevbeş a di civaka xwe de pêşkêşî kirin.

Di komxebatê de Jineolojî bala jinên Johannesburgê kişand.

Pêşî Lara Reddy pêşkêşî kir û wiha got: “Rewşa jinan cuda ye, lê rewşên me dişibin hev. Kêmasiya me di asta xwerêxistina xweser de ye ku jinên Kurd karîne ava bikin. Şoreşa jinê bi rêxistinbûn û perwerdehiyê dikare pêk were.

Di Afrîkaya Başûr de, tevî pergala neolîberal, jin û rêxistinên jinan rastî astengiyên civakî-aborî, xizanî, tundî û baviksalariyê tên. Ev yek analîzkirina van pirsgirêkan û rastiyên çandî û dîrokî yên jinên Afrîkayî dike pêwîstiyeke mutleq. Bi taybetî li Johannesburgê, ku navenda aborî ya Afrîkaya Başûr e û piraniya jinên karker ên bajarî tê de ne, ji xwendekaran heta jinên çandiniyê, ji akademîsyen û pîşeyiyan heta jinên di tora kapîtalîzmê de asê mane, ji karkerên koçber û bêewle heta xwediyên malê, em hemû li her derê rastî heman belaya tundiya baviksalariyê tên û ax û debara me di bin gef û xeterê de ye.”

Lara Reddy wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêşkêşkirina Jineolojiyê rê li ber demokrasiya radîkal, konfederalîzma demokratîk a jinan û derfetên wê yên dîtina rol û xeyalkirina rêyeke sêyemîn, xwe-rêxistinkirinê bi rêya organîzekirina komun û meclîsan û torên ragihandina jinan di asta herêmî û navneteweyî de vedike. Têkoşîna rizgariya jinan gerdûnî ye lê ji asta herêmî dest pê dike."

Di beşa gotûbêja komxebatê de, jinan destnîşan kir ku ji bo ji nû ve şêwedana van têgihîştinên kevn ên ji bo pêşerojeke femînîst a nû, tecrûbe û parvekirinê, hînbûnê, piştgiriya jinan di civakan de, avakirina hevalbendiyan û bi hev re xebatê, gavên biçûk hene.

Di nîqaşan de jinan diyarkirn ku divê zilamên ku jinan wek "welatiyên asta duyemîn" dibînin û hîn jî dixwazin tevgerên jinan kontrol bikin, werin perwerde bikin.

Beşdarekî komxebatê wiha got: “Baviksalarî ji bo zilaman hêzeke wêranker û sînorker bûye, û egoya zilaman li ser milkiyetkirina jinan hatiye avakirin. Dema ku hêza jinan hat dizîn, divê ew pêlan çêkin û şoreşê bidin destpêkirin.”