Milîsên KBDH'ê agir berdan febrîqeyeke paletan
Milîsên Sema Yuce yên KBDH'ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Kocaelî-Gebzeyê agir berdan febrîqeya paletan.
Milîsên Sema Yuce yên KBDH'ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Kocaelî-Gebzeyê agir berdan febrîqeya paletan.
Milîsên Sema Yuce yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) şeva 7'ê Sibatê li kolana Ataturk a taxa Tavşanli ya Kocaelî-Gebzeyê agir berdan Febrîqeyeke Paletan. Xisareke mezin a madî li febrîqeyê bû. Milîsên Sema Yuce piştî çalakiyê vegeriyan baregehên xwe.
Di daxuyaniya milîsên KBDH'ê de hate ragihandin ku ew vê çalakiya xwe diyarî fedaiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' dikin.
Her wiha hate gotin, "Wê hesabê her êrîşeke li dijî gel bipirsin."