Komeleya Nivîskarên Îranê ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe bang kir

Komeleya Nivîskarên Îranê ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatî birîn, bang kir.

Komeleya Nivîskarên Îranê

Komeleya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê xwest ku cezayê darvekirinê yê li Werîşe, Pexşan û Şerîfe hatî birîn, bên rawestandin û wiha got, “Ji serdema rejîma şoreşa Îranê ve, rejîm cenazeyan dişîne gorên bê navnîşan û ev cezayê tirsnak hîn jî ranewestiyaye. Em banga rawestandina cezayên darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatî birîn dikin. Pexşan, Werîşe û Şerîfe li dadgehek ne dadperwerane hatin dadgehkirin û ji mafên xwe bê par hatin hiştin.”