Li Wanê polîsan êrîş birin ser meşê: Jin bi erdê re hatin kişandin
Li Wanê polîsan êrîş birin ser meşê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) wê bi dirûşma 'Jin ji bo azadiyê dimeşin' bihata lidarxistin.
Li Wanê polîsan êrîş birin ser meşê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) wê bi dirûşma 'Jin ji bo azadiyê dimeşin' bihata lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de bi sedan jin li Kolana Hunerê li hev kom bûn.
Polîsan hewl dan meşê asteng bikin ku wê heta avahiya bajêr a DBP'ê dewam bikira. Jinan jî bi dirûşman nerazîbûn nîşanî astengiyê dan.
Jinan dest bi meşê kirin, lê polîsan êrîş kirin. Parlamenter jî di nav de gelek jin birîndar bûn û gelek jî bi erdê hatin kişandin û binçavkirin.
Şêniyên li derdorê bi dirûşman nerazîbûn nîşanî tundiya polîsan dan û li Kolana Cûmhûriyetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Piştî çalakiya rûniştinê ku nêzî saetekê dewam kir, parlamenter û şêniyan li kolanê dest bi meşa şermezarkirinê kirin. Ciwan jî li gelek kolanan bi dirûşman meşiyan.
Girseya gel piştî êrîşa polîsan li ber avahiya bajêr a DBP'ê li hev kom bû. Rewşa aloz dewam dike. Daxuyanî tê dayin.