BI DÎMEN

'Tîrêj' li Festîvala Şano ya Kerkûkê hate nîşandan

Koma şano ya li Efrîn-Şehbayê Afirînerên Hêviyê lîstika xwe ya 'Tîrêj' li Festîvana Şano ya Kerkûkê nîşan da ku di 4-8'ê Îlonê de hate lidarxistin.

ŞANOYA LI ROJAVA

Afirînerên Hêviyê li Festîvala Şano ya Kerkûkê xeta hunerê ya şehîd Yekta û Hêvî temsîl kir.

Koma Şano ya Afirînerên Hêviyê piştî ku Efrîn hate dagirkirin di sala 2018'an de li Şehbayê ava bû. Afirînerên Hêviyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya şanoyê rabû, du jê komên zarokan ji 3 komên şanoyê pêk tê û di nava vê koma şanoyê de 35 lîstikvan hunera xwe nîşan didin. Koma Şano ya Afirînerên Hêviyê bi lîstika xwe ya 'Perspan (Pîne)' sala 2021'ê, bi lîstika xwe ya 'Biborînin Mem û Zîn' û bi lîstika xwe ya 'Tîrêj' di sala 2024'an de beşdarî Festîvala Şano ya Kerkûkê bû.

Rêvebera Koma Şano ya Efrîn-Şehbayê Rûmet Beko û Rêveberê Komuna Sînema ya Efrîn-Şehbayê Mihyedîn Erselan li ser lîstika xwe ya şano 'Tîrêj' û festîvalê axivîn.

QADA ŞOREŞÊ TÊ MERAQKIRIN

Rûmet Beko anî ziman ku beriya du salan tevlî Festîvala Şano ya Kerkûkê bûn, lê belê ji ber ambargo û şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîbûn xwe bigihînin şanoyekê; dika dawî bi dest xistin û lîstika bi navê 'Biborînin Mem û Zîn' pêşkêş kirin. Rûmet Beko diyar kir ku ji ber vê yekê nekarîn di asta tê xwestin de bi tîmên şanoyê re têkiliyê dînin û got, "Em îsal jî tevlî festîvalê bûn. Şoreş û jiyana azad gelekî meraq dikirin. Şanoya me xeta hunerê ya Şehîd Yekta (Erdogan Kahraman) û Şehîd Hêvî (Gafûr Dogan) temsîl kir. Li festîvalê ku ji çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn çêbû, me careke din şahidî ji dewlemendiya çanda gelê Kurd re kirin. Eleqeya ji bo koma me ya şanoyê gelekî zêde bû. Ji ber ku em ji cihekî weke Rojavayê Kurdistanê ku ji bo azadiyê têdikoşe û bi hêviyê li ber xwe didin tevlî festîvalê bûn, vê yekê gelekî bal dikişand. Di şanoya me de rengê jinê li gorî parçeyên din hîn bêhtir li pêş bû. Lewma me careke din nîşan dan ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêk hatiye. Mînak li koma şano ya Başûrê Kurdistanê lîstikvan û derhênerên jin nebûn."

ELEQEYA JI BO HUNERA LI ROJAVA

Rûmet Beko ragihand ku wan bi koma şano ya ji Rojhilatê Kurdistanê re diyalogên xurt danîn û got, "Di şexsê Jîna Emînî de me işaret bi nîşandana berxwedana jinê kir. Em li festîvalê baş hatin pêşwazîkirin û eleqeya ji bo hunera li Rojavayê Kurdistanê gelekî zêde bû."

BI RÊYA ŞANOYA XWE ME QALA ŞOREŞÊ KIR

Mihyedîn Erselan diya rkir ku huner sînoran nas nake û got, "Cara 3'emîn e em tevlî Festîvala Şano ya Kerkûkê dibin. Di tevlîbûna destpêkê de ji ber ku derbasbûna me hate astengkirin em li ser online tevlî bûn. Di tevlîbûna 2'yemîn de jî em li heman pirsgirêkê rast hatin. Ji ber vê jî bi derengî tevlî bûn. Ji bilî nîşandana şanoyekê em negihîştin ti şanoyê. Em îsal gihîştin festîvalê û me şahidî ji hemû lîstikên şano re jî kir. Me ew şens dît ku şanoya ji her parçeyên Kurdistanê bibînin. Tê gotin, şano eynika civakê ye. Şanoya me jî eynika civaka me ye. Lîstikeke têr û tijî ya şanoyê bû. Me şoreşa li Rojava bi rêya lîstika 'Tîrêj' li Kerkûkê nîşan dan. Di lîstika xwe de me berxwedana gerîlayekî li zindana rejîma Baasê û bi şoreşê re girîngiya têkoşînê nîşan dan."

RUHÊ YEKÎTIYÊ YÊ LI ROJAVA HATE DESTNÎŞANKIRIN

Mihyedîn Erselan qala çavdêriyên xwe yên li ser Festîvala Şano ya Kerkûkê jî kir û got, "Di lîstikên şanoyê yên li parçeyên Kurdistanê de bivê nevê bandora kapîtalîzm û desthilatdariyê dihate hîskirin. Heta vê demê ya em klasîkên cîhanê nîşan didin an jî lîstikên ku bi temamî li kevneşopiya me nayên nîşan didin. Ji bo nîşandana şanoya Kurd pêwîstî bi berxwedaneke mezin heye. Dikarim bibêjim ku li Rojava ji bo jinûve geşkirina şanoya Kurd, ragihandina rastiya wê ji bo cîhanê û xwedîderketina li hebûn û nasnameya wê me gaveke girîng avêt. Her wiha Festîvala Şano ya Kerkûkê ji bo danîna têkiliyan girîng bû, lê belê ev festîval ji bo pêşvebirin û dewlemendkirina şanoya Kurd divê girîng be. Divê em karibin şanoyên li ser çand, dîrok û çîrokên Kurdan nîşan bidin. Me bi rêya festîvalê careke din dît ku êşên gelê Kurd hevpar e. Di festîvalê de hate destnîşankirin ku eger êşa me hevpar e, hingî divê em yekîtiyê nîşan bidin. Çawa ku em ji bo avakirina Kurdistaneke azad têdikoşin, çawa ku em dixwazin ruhê vê biafirînin divê em karibin hunera xwe jî ji bandora sîstema kapîtalîst rizgar bikin û bikin hunereke azad. Di vê çarçoveyê de me bi komên şano re jî rexneyên xwe ragihand."