Li Tekîrdagê girtî binpêkirinan şermezar dikin

Girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî binpêkirina mafên mirovan dest bi çalakiyê kirin. Hate ragihandin ku gardiyanan xwe amade kirine ku êrîşî girtiyan bikin.

Bakir Ozturk li Girtîgeha bi Hejmara 2’yan a Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin. Ozturk bi rêya telefonê bi malbata xwe ya li Dîlokê re axivî. Ozturk bi rêya malbata xwe ragihand ku mafên girtiyan tên binpêkirin.

Ozturk diyar kir ku wan li dijî binpêkirinên mafan ên diqewimin doh dest bi çalakiyê kirine û got: “Em dirûşman berz dikin û deng derdixin. Gardiyan ji bo ku êrîşî me bikin û çalakiya me bêdeng bikin, amadekariyên êrîşê dikin. Divê her kesên li derve li dijî vê yekê dengê bide bihîstin. Her roja ku diçe li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Dema hevalên me girtî dibin revîrê û nexweşxaneyan jî pirsgirêkan derdixin.

Leşker lêgerîna nava dev dispêrin me. Em van pêkanînên dijî mirovahiyê qebûl nakin. Eger raya giştî nerazîbûnê nîşan nede wê gardiyan êrîşî me bikin. Eger êrîşek pêk were jî midûr û dozgerê girtîgehê berpirsiyar in. Li girtîgehê wekî din jî pirsgirêk hene. Gardiyan û leşker gefan li me dixwin. Girtiyên edlî li qawîşên nêzî me bi cih kirine. Bi ser wan girtiyan re gefan li me dixwin. Dibe ku îro jî sibê jî êrişî me bikin.”