Tunelên şer û çapemeniya şerê taybet

Berxwedana gerîla ya ji Nîsana 2021'ê û vir ve tê kirin, bûye xwedî karakterekî xweser ê şer. Fermandarên gerîla ev yek weke 'Cara yekê ye li heman çepera şer berxwedaneke ewqasî demdirêj tê kirin' pênase kirin.

Meha bihurî em ketin 41’emîn sala têkoşîna çekdarî ya li Kurdistanê ya li dijî dagirkerî û mêtinkariyê tê meşandin. Gerîlayan di van 40 salan de têkoşîneke bêhempa meşandin. Xwezî şer ewqasî dijwar nebûya ku hemû rojên vî şerî yek bi yek bihata nivîsandin û tomarkirin. Şerê gerîlayan şerekî wisa ye ku di serê her kêliyekê de lehengek derdikeve holê û her deqeyek weke bezeka 40 salî ya li ser agirî ye.

Wan tu carî bi awayekî ketûber şer nekir, ew ne serhildêrên ji rêzê bûn an jî komeke çekdarî ya propagandakaran bû. Tew tu carî ne ew ne kesên ku Tirkên faşîst ên zanîna wan bi têra sererastkirina xeletiyên wan nake, bûn ku faşîst ji bo gerîlayan îdîa dikin ew ji sê çar talankeran pêk tên.  Ew bi awayekî cidî li nêzî şer bûn û têkildarî şervan û fermandarên şer û hunera şerî bûn. Artêşa gerîlayan li dijî hemû hemleyên dijmin hemleyeke nû û li dijî hemû êrîşên wan rêbazeke parastinê pêş xistin ku wê di nava 40 salan de hostetî û taktîkeke nuwaze nîşan bida. Hemû taktîkên hatine pêşxistin û sepandin, gerîla pêş xist. Pêngava taktîkî ya her serdemê,  avaniya şer ya wê serdemê diyar kir.

Bi taybet jî berxwedana gerîlayan ya ji Nîsana 2021’an ve,  taybetmendiyeke şerî ya resen ya ji salên din cuda bi dest xist. Fermandarên gerîlyan ev yek weke ‘’yekem pêşxistina têkoşîna demdirêj ya  di heman mewziyên şer de pênase kirin.  Ew berxwedanên nuwaze yên ku di tunelên şer ên nû de…  Ew berxwedanên ku li Mamreşo 10 rojan, li Tepê Sor 80 rojan, li Werxelê 120 rojan berdewam kirin û ev 3 sal in jî  li hemû girên  Herêma Şehîs Delîl a Rojavayê Zapê berdewam dikin. Her wiha li rojavayê Zapê, berxwedana tunelên şer ên Şehîd Dogan yên li herêma Sîdayê berxwedaneke wisa heye ku nêrîna dijmin ya têkildarî gerîlayan guherand û dijminî li hemberî gerîlayan stûyê xwe xwahr kir.

‘Berxwedana demdirêj ya bi salan di heman mewziyan de’ ya fermandarên gerîlayan diyar kirine, navê wê yê li Rojavayê Zapê, Tunelên Şer ên Şehîd Dogan bû.  Sê salan li ber xwe dan;  tew di serî de bes ew mewzî bes weke tunleke jiyanê hatibûn avakirin.  Di vê mewziya ku hê veneguherî tuneleke şerî de hem li dijminî xistin û hem jî di vê pêvajoyê de tunelên xwe veguherandin mewziyên şer. Aliyê herî watedar û girîng ê berxwedana di Tunelên Şer ên Şehîd Dogan de jî ev bû. Dema ku dijmin bi ser tunelan de hatin, negotin ku ‘Jixwe ev ne mewziyeke şerî ye’ û teslîm nebûn. Sê salan carekê jî ji partiyê re negotin ku ‘Ev der ne guncav in, em şer nekin û derkevin.’

Berovajî wê di rojên berxwedanê de tevî hemû hewldanên fermandarê gerîlayan ê 30 salan Alan Milazgîr yên têkildarî derxistina ji wir jî heval Alan ev yek qebûl nekir.  Li gel hevrêyên xwe yên ciwan û şervanên ku bi xwe perwerde dayê, mil bi mil têkoşiya.  Ev tene yek ji berxwedana ku propagandaya derewîn ya çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk a faşîst, pûçkirî ye. A niha di van tunelan de bi dehan mînakên weke heval Alan li ber xwe didin, bi dehan leheng hene.

Dijminî çi digot? Digot; ‘’ Fermandarên wan derbasî qadên ewle dibin, di nava xweşiyê de dijîn û ciwanên hatine xapandin di mewziyên pêş de şer dikin.’’ Dema Alan Mişazgîr tevlî karwanê şehîdan dibe li ku bû? Berwar Dersîm dema şehîd dibe li kijan mewziya şer bû? Gelo dema ku Şêxmûs Milazgîr şehîd dibe, di nava kijan kêf û şahiyê de bû? Madem Bêrîtan Nurhak Çiya derbasî qada biewle bûbû, çima xwe di nava dijmin de teqand? Weke me gotî zanîna Tirkan bi têra sererastirina şaşiyên wan nake.

Yek ji derewa çapemeniya şerê taybet ew e bû ku digotin; ‘Gerîla bi darê zorê li van mewziyan tên girtin û bi darê zorê şer dikin.’’ Yek ji endamekî wan ê nemerd jî dikeve hin tunelên li herêmên hatine dagirkirin û di nava derewên xwe de xwe digewizand.  Dikeve hin tunelên ku ev bi salan e bi tu awayî gerîla lê nemane û her roj bi balafirên şer hatine bombekirin, her tiştê têde riziyayî û bi xazên kîmyewî êrîş  birine ser û digotin; ‘Vaye gerîla bi vî awayî dijin’ û rûyê xwe xwe yê kirêt tirş dikirin.  Tevî ku dizanîn tişta herî xirab û pêneketî  nemerdî, sûcên wan ên şer û hovitiya wan e jî.

Yek ji fermandaran ên ku israr dikirin ku li Tunelên Şer ên Şehîd Dogan li gel fermandar Alan Milazgîr li ber xwe bidin, Sara Tolhildan bû. Hin dîmenên hevala Sara yên li tunelan gihîştin ber destê me. Bersiva herî bi wate ya li hemberî derewên medya şerê taybet ên li ser berxwedana li tunelan, axaftina Sara ya li wan tunelan bû, rûkeniya wê ya li nava şert û mercên giran bû.

Madem bi zorê têne ragirtin, madem tehde li wan tê kirin ku şer bikin, madem di nava wan şert û mercan de têne hiştin ku mirov nikarin bijîn, wê demê çawa dibe ku Sara ewqasî ji dil dikene? Çawa dikare ewqasî bi hêvî û bi biryar be? Madem her tişt bi 'zorê' ye, çawa dibe kuk Sara ji dil îradeyê nîşan dide? Madem ev berxwedan tenê bi fermanê tê kirin, çawa dibe ku Sara ji bo karibe rojeke din li wir li ber xwe bide bi neynûkên xwe tunelê dikole, bi kefa destên xwe axê diavêje? Ji ber vê dibêjim, tiştên ku ew zanin têra wan tiştên ew matmayî dimînin nake. Tiştên ku komikên faşîst ên nezan pê zanin ti carî têrê nake ku berxwedana gerîla fêhm bikin.

Yên ku li nirxandinên Sara yên li berxwedana tunelê guhdarî kirine û yên ku di dema wan nirxandinan de hêviya li rûyê wê dîtine, dikarin wateya vê berxwedanê fêhm bikin. Yên ku ne tenê lê temaşe dikin, lê di heman demê de dibînin, dikarin fêhm bikin ku berxwedana gerîla ya li wan tunelan bi kîjan esasî tê kirin. Yên ku Sara fêhm dikin dikarin wateya rasteqîn a şoreşê fêhm bikin.