Vladimir Putin hejmara leşkerên xwe yên aktîf 180 hezar zêde kir

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin biryar da ku hejmara leşkerên Rûs ên aktîf 180 hezar zêde bike. Bi cihgiran re hejmara artêşa Rûs a heyî wê bigihije 2.38 milyonî.

Serokê Dewleta Rûsyayê ji bo pêşîgirtina li êrîşeke gengaz, roja 16’ê Îlonê Yekşemê biryarnameyek îmze kir ku hejmara personelên leşkerî yên aktîf zêde bike.

Bi vî rengî hejmara leşkerên aktîf ên li ser wezîfeyê, 180.000 zêde bû û hejmar gihişte 1.5 milyonî. Biryar wê 1’ê Kanûnê bikeve meriyetê.

Ev biryar ji dagirkeriya 24’ê Sibata 2022’yan a li Ukraynayê hatî destpêkirin û vir ve, bû biryara sêyemîn.

Hêza leşkerî ya aktîf di salên 2022 û 2023’yan de 137.000 leşker piştre jî 170.000 leşker hatibû zêdekirin. Bi biryara nû re cihgir jî di nav de wê artêşa Rûs ji 2.38 milyon leşkeran pêk were.