BI DÎMEN

Adem Uzun ji NY’ê bang kir: Li Îmraliyê tu hiqûq pêk nayên!

Siyasetmedarê Kurd Adem Uzun ê di konferansa li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî, diyar kir ku li Îmraliyê pergala êşkenceyê hatiye avakirin û bang li NY’ê kir ku demildest serdana Îmraliyê bike. 

Di çarçoveya 57'emîn Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de ku li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî di 7’ê Îlonê de destpê kir û wê heta 7’ê Cotmehê bidome de, ji aliyê Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) bi sernavê "Li Tirkiyeyê mafên mirovan- sûcên li dijî gelê Kurd berdewam dikin" konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de sûcên dîrokî yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û şert û mercên tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin. Ji dîroknasên Zanîngeha Zurîhê Prof, Hans- Lukas Kîeser, Parlamenterê DEM Partî yê Amedê Cengîz Çandar û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun weke axaftvan beşdarî konferansê bûn. 

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê MRAP'ê Gîanfranco Fattorînî moderatorî ji konferansê re kir û destpêkê ji dîroknasên Zanîngeha Zurîhê Prof. Hans- Lukas Kieser axivî.

PROF. KÎESER: TIRKIYE XWEDÎ KEVNEŞOPIYEKE TUNEHESIBANDINÊ YE

Prof. Hans- Lukas Kieser bal kişand ser kokên dîrokî ya sûcên li dijî gelê Kurd û wiha got: “Ji bo fêmkirina zext û sûcên dewleta Tirk ku li Tirkiye û derveyî wê li dijî gelê Kurd dike, divê li dîroka wan binêrin. 

Prof. Kieser destnîşan kir ku dewleta Tirk xwedî kevneşopiyeke ye ku di serî de Kurd kêmnetewan tune dihesibîne û got: “Di vê wateyê de sûcên li dijî gelê Kurd ne nû ne, berdewamiya dîrokî ya van sûcan heye.”

Prof. Kieser destnîşan kir ku encamên Peymana Lozanê ji bo Kurdan giran bûye û wiha got: “Kurdên ku di Peymana Lozanê de tune hatin hesibandin, ji wê rojê heta îro li çar parçeyên Kurdistanê rastî polîtîkayeke înkarê hatin.”

CENGÎZ ÇANDAR: POLÎTÎKAYA DAGIRKERIYÊ HEYE

Piştî Prof. Kieser, Parlamenterê DEM Partî yê Amedê Cengîz Çandar mafê axaftinê girt. Çandar diyar kir ku di rewşa heyî de ne pêkan e ku mirov li Tirkiyeyê qala hebûna demokrasiyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel ku yek ji welatên yekemin e ku Peymanên Mafên Mirovan ên Ewropayê îmze kiriye jî, îro pir zehmet e ku mirov li Tirkiyeyê qala hebûna demokrasiyê bike. 

Çandar îşaret bi polîtîkaya dewleta Tirk a li Sûriyeyê kir û anî ziman ku yek ji sedemên herî mezin a kûrbûna şerê li Sûriyeyê, hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê ye û wiha got: “Tirkiyeyê di warê leşkerî de hebûna xwe li Sûriyeyê didomîne. Gelek herêmên Kurd hatin dagirkirin û ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kontrolkirin.”

Çandar diyar kir ku Tirkiye tevî krîza aborî jî piraniya dahata xwe ya neteweyî ji bo şer dirazîne.

Çandar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê rejîma Erdogan ve tên kirin.

ADEM UZUN: LI ÎMRALIYÊ TU HIQÛQ PÊK NAYÊN

Endamê KNK'ê Adem Uzun herî dawî di konferansê de axivî. Uzun der barê şert û mercên êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêşkêşiyek kir. 

Siyasetmedarê Kurd Adem Uzun ku di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê bi qirkirina kêmneteweyan tê naskirin û destnîşan kir ku ev polîtîkayên qirkirinê îro jî dewam dikin. Uzun wiha axivî: “Li dijî gelê Kurd ne tenê polîtîkaya qirkirina fîzîkî, polîtîkayên qirkirina çandî û polîtîk dewam dikin.” 

Uzun derbarê ser şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî axivî û got, "Ev 42 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan ê ku bi mîlyonan mirov li çar aliyê cîhanê wî weke rêber qebûl dikin, nîne. Ocalan bi tevahî di rewşeke mutleq a agahînegirtinê de tê girtin. Dewleta Tirk a ku li Îmraliyê tu hiqûqê pêk nayine, bi awayekî eşkere hemû peymanên gerdûnî yên NY, YE, Peymana Cenevreyê û Rêgezên Nelson Mandela binpê dike.”

‘ABDULLAH OCALAN ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE’

Adem Uzun anî ziman ku bingeha gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê ji ber israra di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de ye û diyar kir ku tevî hemû hewldanên Abdullah Ocalan jî dewleta Tirk ji çareseriya pirsgirêkê dûr disekine. Adem Uzun destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye û wiha berdewam kir: “Kurdistan di navbera 4 dewletan de hatiye parçekirin. Di serî Îngilistan û Fransa hêzên Ewropayê vê parçebûnê çêkirin. Şerê ku dewleta Tirk a li dijî Kurdan dimeşîne ji ber piştgiriya bê şert û merc a DYE û endamên din ên NATO’yê diqewime.”Adem Uzun bal kişand ser pêşniyar û ramanên çareseriyê yên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin û wiha pêde çû: “Çarçoveya çareseriya siyasî ya Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd daniye holê, dikare dawî li şer û zilma sed salî ya li Tirkiye û welatên derdorê bîne. Dîsa Birêz Ocalan bi teoriyên ku derxistiye holê, ji pirsgirêkên ku îro em pê re rû bi rû ne, çareseriyên bingehîn pêşkêşî dike û alternatîfek nû pêşkêş dike."

'DIVÊ DAWÎ LI PERGALA ÊŞKENCEYA ÎMRALIYÊ WERE’

Uzun bi bîr xist ku fikareke mezin li ser ewlekarî û tenduristiya Abdullah Ocalan heye û got, “Tecrîd di qada navneteweyî de weke êşkenceyê tê qebûlkirin. Zêdetirî 3 sal in berdewamkirina vê êşkenceyê gelekî xeternak e. Em derbarê aqûbeta Ocalan, di demên dawî de ji bo astengkirina hevdîtinan dayîna ‘cezayên dîsîplînê’ û gefên kuştinê pêvetir tu tiştekî din nizanin."  Endamê KNK’ê Adem Uzun wiha berdewam kir: "Ev pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin, hiqûqa navneteweyî bi tevahî rawestandiye. Êdî bi vî rengî nikare were domandin.” Uzun biryarên Komîteya Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî rewşa Abdullah Ocalan bi bîr xist.

'DIVÊ NY DEMILDEST TÊKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ’

Adem Uzun destnîşan kir ku di vê qonaxê de saziyên navneteweyî bi taybetî NY nabe li hemberî şert û mercên Abdullah Ocalan bêdeng nemînin û ev bang kir: "Divê rê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û ji bo di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rol bilîze şert û merc bên avakirin û azad bibe. Divê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî demildest heyetekê bişîne Îmraliyê û şert û mercên êşkenceya ku li ser Ocalan tê meşandin bi dawî bibe. Ger dewleta Tirk vê rewşê bidomîne, divê li ser Tirkiyeyê cezayên berbiçav werin sepandin.”