Li Libnanê di êrîşa sîberê de herî kêm 9 kes mirin, bi hezaran jî birîndar bûn

Li Libnanê di encama teqandina amûrên bangkirinê de herî kêm 9 kes mirin û zêdetirî 2700 kes jî birîndar bûn. Hîzbulah ji êrîşê Îsraîlê berpirsyar dît û soz da ku wê Îsraîlê ceza bike.

Li Libnanê bi hezaran endamên Hîzbulahê amûrên bangkirinê bi kar dianîn roja Sêşemê piştî nîvro di heman demê de teqiyan. Rayedaran ragihandin ku li seranserê Libnanê zêdetirî 2700 kes birîndar bûne, rewşa 200 ji wan giran e û 9 kes jî mirin. Di nava birîndaran de Balyozê Îranê yê li Beyrûtê Mojteba Emanî jî heye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê NNA diyar kir ku Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Ebyad û Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê Ziyad Mekarî ji êrîşên sîberê Îsraîlê berpirsyar dîtin. Wezareta Karên Derve ya Libnanê daxuyand ku teqîn “bi gefa Îsraîlê ku şerê xwe li Libnanê berfireh bike” pêk hat.

Der barê êrîşê de hîn ji Îsraîlê ti daxuyanî nedaye, lê di nûçeya rojnameya Haaretzê de hat gotin ku hikûmeta Îsraîlê piştî teqînên li Libnanê daxwaza "civîneke lezgîn" kiriye.

Hîzbulaha Libnanê ji ber teqîna amûrên bangkirinê Îsraîlê berpirsyar dît û soz da ku ew ê tolê hilînin. Wezîrê Ragihandinê yê Libnanê Ziyad Mekarî teqînan weke “êrîşkariya Îsraîlê” bi nav kir û şermezar kir. Hîzbulah ragihand ku ji ber teqînan wê Îsraîl “cezayê heq kiriye” bibîne.