BI DÎMEN

Klîba ji bo bîranîna Jîna Emînî

Di salvegera duyemîn a şehadeta Jîna Emînî de klîba strana 'Jîna Emînî' ya hunermend Beser Şahîn hate weşandin.

Hunemenda Kurd Beser Şahîn ji bo bîranîna Jîna Emînî berhemek bi navê 'Jîna Emînî' afirand û beriya bi demeke kurt klîbek jê re amade kir. Bi vê yekê re ne tenê berhemeke hunerî çêkir, her wiha têkoşîn û hesteke kûr jî vegot. Strana ku Memo Gul bestekarî jê re kir, gotinên wê ji aliyê Beser Şahîn ve hate nivîsandin.

Di vê projeyê de ku bi karekî hevpar hate amadekirin, bi kedeke mezin a gelek hunermendan hate afirandin.

Strana 'Jîna Emînî' ji bo Beser Şahîn ne tenê straneke, di heman demê de rûyê têkoşîna azadî, zehmetî û êşên jinên Kurd e. Beser Şahîn anî ziman ku weke jin û hunermendeke Kurd wê êşa civak û erdnîgariya xwe bi kûrahî hîs kiriye û got, "Di salvegera duyemîn a şehadeta wê de Jîna Emînî bi hurmet bi bîr tînim. Di şexsê Jîna Emînî de şehîdên çapemeniya azad û hemû şehîdên di oxira azadiyê de berdêl dane bi hurmet bi bîr tînim. Jîna Emînî keçeke ciwan a Rojhilatî bû. Ji aliyê rejîma Molla ve hate qetilkirin. Em zanin ku sedema qetilkirina wê ne tenê por û bedewiya wê bû; nasnameya wê bû. Pêvajoyek beriya wê û piştî wê hebû. Gelê me yê li wê derê di oxira nasname, çand, gotineke xwebûnê û her straneke hunermendan de berdêl dane. Porê Jîna Emînî kirin bahane û ew qetil kirin. Lê belê ev peyamek bû. Xelkê me yê li wê erdnîgariyê ye, gelê Kurd di bin gefekê de ye. Bi darvekirin û komkujiyan di bin gefê de ye."

Beser Şahîn anî ziman ku piştî kuştina Jîna Emînîn dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' veguherî sembola têkoşînê ya jinên cîhanê û got, "Eger ne ji têkoşîna xurt a jinên Kurd bûya, kuştina Jîna Emînî dikarîbû bihata jibîrkirin."

Beser Şahîn destnîşan kir ku berxwedana Tevgera Jinên kurd a ji bo xwedîderketinê kir ku Jîna Emînî neyê jibîrkirin û li ser hestên xwe yên di amadekirina stranê de got, "Weke miroveke ku ew hîs kir, min xwest binivîsînim û min ev ye kir. Hêvîdarim ku ev yek wê di dilê mirovan de bibe xwedî cihekî. Jîna Emînî di encama polîtîkayekê de hate qetilkirin. Bêguman li pişt van şehadetan Tevgereke Jinê ya Kurd a bi rêxistin, zane û xurt hebû. Xwedîderketina Tevgera Jinên Kurd kir ku Jîna Emînî weke jğineke Kurd bike sembola têkoşîna 'Jin, Jiyan, Azadî'. Eger ne ji têkoşîna xurt a jinên Kurd bûya, ne ji rêxistinbûyîna wê bûya wê kuştina Jîna Emînî jî mîna kuştinên beriya niha bûya. Civak êdî xwedî hişmendiyekê ye, jin xwedî hişmendî û rêxistiniyê ye. Kuştin êdî bi bêdengî nayê jibîrkirin. Lewma êdî semboleke. Di doza me, têkoşîna me de yek ji sembolan e, ji ber ku bi sedan sembolên me hene. Jîna Emînî îro ne êdî bi tenê keça dayik û bavê xwe ye; ew bû keça gelê Kurd, ewlada gelê Kurd, nirxê gelê Kurd. Ji vê jî wêdetir bû semboleke têkoşîna jinên cîhanê."