TEV ÇAND wê bi çalakiyên cihêreng tevlî festîvalê bibe

Di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn de Kurdistanî wê bi çalakiyên TEV-ÇAND'ê li hev bicivin.

FESTÎVALA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ YA 32'YEMÎN

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn wê li bajarê Frankfurt ê Almanyayê pêk were. TEV ÇAND bi çalakiyên xwe yên çandî yên cihêreng wê çanda Kurd bi rengînî û dewlemendiya xwe li qada festîvalê nîşan bide.

Festîval ku wê bibe seknek li dijî qedexe û zextên li ser çand û zimanê Kurd, ji çalakiyên hunerî heta bi pêşangeha mînyatur a dîrokî wê dewlemendiyeke çandî pêşkêş bike.

NIRXÊN ÇANDÎ Û HUNERÎ WÊ BÊNE NÎŞANDAN

Bernameya li ser dikê ya festîvalê li gel performansa muzîkê ya hunermendên TEV ÇAND'ê wê bi govendê jî reng bide festîvalê. Her wiha wê kincên neteweyî yên Kurd jî bêne nasandin.

DANASÎNA MÎRATEYA ÇANDÎ Û MÎMARIYA KURD

Li derveyî dika festîvalê wê pêşangehên mînyatur ên ji dewlemendiya mîmarî û dîroka Kurd hebin. Ji pira Malabadî heta bi Sûrên Amedê û Qesra Îshak Paşa wê modelên mînyatur ên ji mîmariya dîrokî ya xweser û girîng a Kurdistanê bêne nîşandan.

DILÊ DÎROKA DEVKÎ: DENGBÊJÎ

Weke peyameke xurt a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çand û zimanê Kurd, wê dengbêj li festîvalê kilamên xwe bibêjin. Nêzî 20 dengbêj wê tevlî çalakiyê bibin û hunera xwe pêşkêş bikin.

QADA FESTÎVALÊ WÊ BI GOVENDÊ BIXEMILE

Li standên li qada festîvalê wê govend bêne gerandin. Komên govendê û hunermendên TEV ÇAND'ê wê li gel Kurdistaniyan govendê bigerînin. Muzîk, govenda Kukrdî wê li festîvalê bêne nîşandan. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn wê bi dewlemendiya xwe ya folklorîk û muzîkî çanda Kurd nîşan bide.