BI DÎMEN

FED-KURD’ê ji bo mîhrîcana li Frankfurtê banga kir: Werin em peyameke dîrokî bidin

FED-KURD’ê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna 32’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî kir û got: "Werin em li qada mîhrîcanê peyameke dîrokî bidin."

Federasyona Kurdistaniyên Azad ên Elmanyaya Rojhilat (FED-KURD) bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna 32’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî kir û got: “Werin em li qada mîhrîcanê nîşanî dijminê xwe bidin ku em dev ji çand û Rêbertiya xwe naberdin. Em govendê bigerînin, bi zimanê xwe biaxivin û peyameke dîrokî bidin.”

Di daxuyaniya FED-KURD’ê de wiha hate gotin: “Rêber Apo di navbera dîwarên Îmraliyê de di bin pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê de tê girtin. Rêber Apo li wê derê berxwedaneke dîrokî dide. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî li çiyayên Kurdistanê li dijî teknîka herî pêşketî ya dijmin berxwedaneke mezin raber dike. Girtiyên Azadiyê li zîndanên Tirkiye û Kurdistanê li ber xwe didin. Em jî li Ewropayê qada berxwedanê vedikin. Ev mîhrîcana 32’emîn e ku em li dar dixin. Em îsal mîhrîcana dîrokî li dijî qirkirina çanda Kurd li dar dixin. Em dibêjin; Werin em 21’ê Îlona 2024’an li Frankfurt Rebstockparkê nîşanî dijminê xwe bidin ku em dev ji çand û Rêbertiya xwe naberdin. Li wê derê li dijî dijmin govendê bigerînin, bi zimanê xwe biaxivin û peyama xwe ya dîrokî bidin. Em tecrîdê bişkînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em li ser navê Federasyona Kurdistaniyên Azad ên Elmanyaya Rojhilat ji niha ve mîhrîcanê pîroz dikin. Zarok, jin, ciwan, kalepîr em her kes xwe bi cilên neteweyî bixemlînin û 21’ê Îlonê li Frankfurtê govendê bigerînin.”