Gelo DYE’yê pêşniyara naskirina hikûmeta Hûsiyan kir?

Roja Duşemê rayedarek payebilind yê serhildêrên Hûsî yê Yemenê, bi daxuyaniyekê îdîa kir ku Washîngton di berdêla rawestandina êrîşên li Deryaya Sor de, pêşniyara naskirina hikûmeta Hûsiyan li Sanaayê kiriye.

Endamê buroya siyasî ya Hûsiyan Mihemed El-Bûhaytî, ji qanala El-Cezîre ya Qeterê re axivî û destnîşan kir ku piştî her operasyona ku ji aliyê komê ve hate lidar xistin, bi DYE’yê û Birîtanyayê re têkilî hatiye dayîn.

El Bûhaytî, anî ziman ku têkilî bi awayekî neyekser û bi rêya navbeynkaran hatine pêk anîn û got ku ev têkilî ya ji bo gefa destwerdana leşkerî yan jî ji bo "hewldanê" çêbûne.

Rayedarek payebilind yê serhildêrên Hûsî yê Yemenê, bi daxuyaniyekê îdîa kir ku Washîngton di berdêla rawestandina êrîşên li Deryaya Sor de, pêşniyara naskirina hikûmeta Hûsiyan li Sanaayê kiriye.

Li gorî nûçeya Reûtersê rayedarekî DYE'yî ku bi şertê navê wî neyê eşkeren axivî, diyar kir ku ev îdîa bi temamî nerast e.

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya DYE’yê got, "Propagandaya Hûsiyan kêm caran rast e yan jî di nûçeyan de dimîne. Nûçeyên bi vî rengî ji bo dezenformasyona wan mîna ku bawerî çêdike nîşan dide."