Li Portekîzê ji ber şewatên daristanan 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Portekîz bi şewatên daristanan ên ku li her derê welat gur dibin re têdikoşe. Di şewatan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî hatin tehliyekirin.

Rayedaran ragihandin ku li tevahiya welat di şewatên daristanan de 7 kes mirin. Herî dawî roja Sêşemê 3 agirkuj ên ku hewl dan şewatê vemirînin, wesayîta wan di nav şewatê de ma û jiyana xwe ji dest dan.

Li Portekîzê zêdetirî 3 hezar û 700 agirkuj û bi sedan wesayît ji bo vemirandina şewatê seferber bûne.

Ziyana herî mezin li herêmên Viseu û Aveiro yên li bakurê welat rû da. Heta êvara Duşemê, nêzîkî 10 hezar hektar zevî şewitîn.

Ji ber bayê xurt û germahiya zêde şewat bi lez û bez belav dibin. Rayedaran "rewşa alarmê" ya ku ji ber metirsiya zêde ya şewatê heta êvara Pêncşemê ragihandibûn, dirêj kirin.

Serokwezîr Luis Montenegro ji ber şewatan hemû bernameyên xwe betal kir û diyar kir ku rojên pêş wê gelekî zehmet derbas bibin. Rêveberiya Lîzbonê mekanîzmaya parastina sivîl a Ewropayê çalak kir û ji Fransa, Îtalya, Yewnanistan û Spanyayê daxwaza balafirên agirkuj kir.

Pisporan destnîşan kirin ku ji ber guherîna avhewayê û zêdebûna pêlên germê rê li ber şewatan vedike. Bi taybetî bandora germbûnê global herî zêde li Nîvgirava Îberyayê dike. Şewatên vê dawiyê, şewatên ku di sala 2017’an de derketin û zêdetirî sed kes mirin tîne bîra mirovan.