Li Lubnanê rojekê 95 kes mirin, li bejahî 'şerekî giran' diqewime

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê yên roja Duşemê de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya êrîşên roja Duşemê eşkere kir.

Wezaretê diyar kir ku li herêmên cuda yên Lubnanê di êrîşan de 95 kes mirin, 172 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku êrîşên li ser Başûrê Lubnanê û Bekaayê bênavber dewam dikin.

Li gorî detayên bîlançoyê li Beyrûdê 4 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn. Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê ragihand ku li herêma Kola ya paytext Beyrûdê di êrîşa li ser daîreyeke apartmanekê de du jê payebilind 3 endamên wan hatin kuştin.

Her wiha di êrîşan de lîderê Hamasê yê li Lubnanê li kampa el Bass a li nêzî Tîrê hate kuştin.

Hîzbûllahê ji 27'ê Îlonê û vir ve şervanekî xwe yê hatiye kuştin eşkere nekiriye.

Wezaretê di mijara hejmara jin û zarokan ên hatin kuştin de agahiyên berfireh neda.

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: ŞEREKÎ GIRAN DIQEWIME

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê diyar kir ku piştî operasyona bejahî li hemberî Hîzbûllahê dan dstpêkirin li başûrê Lubnanê 'şerekî giran' diqewime.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee li ser Telegramê bi Erebî peyamek weşand û got, "Li başûrê Lubnanê şerekî giran diqewime."

Adraee bang li Lubnaniyan kir û got, "Ji bo ewlekariya we ya şexsî em ricayê ji we dikin ku ji bakurê çemê Lîtanî heta başûr bi wesayitan negerin."