NY: 100 hezar kes ji Lubnanê reviya Sûriyeyê

Komîseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê ya Lubnanê nêzikî 100 hezar kes reviyane Sûriyeyê.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi li xer X'ê daxuyaniyek da û got, "Ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêdeyî 100 hezar kes ji şêniyên Lubnan û Sûriyeyê derbasî Sûriyeyê bûn. Koçberî dewam dike."

Grandî, ragihand ku UNHCR’ê bi “saziyên herêmî û Heyva Sor a Sûriyeyê re” ji bo alîkarî bide van kesan “di çar nuqteyên derbasbûnê de” ne.

Roja Şemiyê saziya penaberan a NY ragihandibû nêzî 50 hezar kes reviyayê Sûriyeuê. Ev jî nîşan dide ku di nav du rojan de hejmara kesên reviyane du qat zêdetir bûye.

Çavkaniyên UNHCR'ê diyar kirin ku ji sedî 80 ê van kesan Sûriyeyiyên li welatê xwe vegeriyane, ji sedî 20 jî Lubnanî ne ku neçar mane ji welatê xwe birevin.

Roja Yekşemê Bernameya Cihanê ya Xurekê ya NY (WFP) ragihand ku ji bo alîkariya nêzîkî mîlyonek kesê li Lubnanê ji şer bi bandor bûne bikin operasyonek lez dane destpê kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji ber êrîşên Îsraîlê koçberên ku vedigerin welatê xwe bi awayek ewle bi cih bibin maseyê qeyranê ava kir.