Di navbera 10-14’ê Cotmehê de wê li navnîşana Junge Welt Maigalerie, Torstraße 6’ê 40 berhemên Wênesaz Alî Zulfîkar di pêşengeha bi navê ‘’Şewq’’ de werin pêşandan.
Wênesaz Zulfîkar Alî di berhema xwe ya bi navê ‘Qîrîna Azadiyê’ de portreya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dareke mezin bi teknîka rengî amade kiriye. Di pêşangehê de di gel portreyên hawirparêz Greta Thunberg, siyasîyên Girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wê portreyên Antonii Gramsci, Rosa Luxemburg, Nelson Mandela û Che Guevara jî werin nîşandan.
WÊ ÎŞARET BI TECRÎDÊ WERE KIRIN
Wênesaz Zulfîkar Alî da zanîn ku wî xwestiye bi berhema xwe ya bi navê ‘Qîrîna Azadiyê’ balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berpirsiyariyên navneteweyî û got: ‘’Min ev berhem bi armanca ku balê bikşînîm ser şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêviya pêkanîna aşitiya di navbera gelan de, amade kir.’’
Wênesaz Alî Zulfîkar têkildarî berhema xwe ya bi navê ‘Qîrîna Azadiyê’ ev yek anîn ziman: ‘’Ez ewladekî vê erdnigariyê me. Girêdayî vê yekê ez li ser pirsên nasname, çand, huner û polîtîkaya Kurdan fikirîm û ez li bersiva sereke geriyam. Destpêkê ez li nexşeyên kevin ên erdnigariya Kurdistanê geriyam. Min hewl da ku xwe bigihînim belgeyeke ku di sala 1854’an de ji aliyê G. Ritters ve hatî amadekirin ku di nava xwede erdnigariya Kurdistanê jî dihewîne û weke Kurdistanê binav dike. Orîjînala vê nexşeyê jî li Mûzexaneya Brîtanyayê ya li Londrayê ye. Ev nexşe belgeyeke dîrokî bû. Abdullah Ocalan girêdayî vê yekê ji bo nasname û nirxên azadiya gelê Kurd bi rê ketiye û ji bo vê dozê berpirsayarî girtiye ser milên xwe û hê jî vê yekê didomîne. Ez dixwazim girêdayî vê rastiya civakî nirxandinekê ava bikim. Ez di wê baweriyê de me ku ev pirs bes wê bi şîroveyên kesên ku bi huner, edebîyat û xebatên hwd. eleqedar dibin re pêş bikeve û were nîqaşkirin.’’
JI WÊNEYÊ SALA 91’AN ÎLHAM GIRTIYE
Wênesaz Zulfîkar Alî da zanîn ku portreya Abdullah Ocalan ku weke esasa berhemê ye di sala 1991’an de ji aliyê Fotokêş Gunay Ûlûtûnçok ve li Lubnanê hatiye girtin û diyar kir ku wî wêne bi teknîka pênûsa reş xêz kiriye û serî li derbirîneke mistîk daye.
Berhema ‘Qîrîna Azadiyê’ ji 1’ê Cotmehê û şûnde wê li ser bîllboardên li navenda bajêr a Berlînê û kolanên wê heya 11’ê Cotmehê were pêşandan.