Li Hîzanê cerdevanan êriş birin ser gundiyan: 11 kes birîndar bûn

Cerdevanên li navçeya Hîzan a Bedlîsê êrîş birin ser gundiyên Şênê û 11 kes birîndar kirin.

Cerdevanên li gundê Agorê êriş birin ser şêniyên gundê Şênê yên girêdayî navçeya Hîzan a Bedlisê û 4 jê giran 11 kes birîndar kirin. Cerdevanên li gundê Agorê duh bi şev êrişî şêniyên gundê Şênê kirin. Hate îdiakirin ku cerdevanan ji bo ku dest deynin ser zeviyên şêniyên gundê Şênê bi çekan êrişî wan kirine. Şerê li gund derket li navenda bajêr jî berdewam kir. Muxtarê gundê Şênê jî di nav de 4 jê giran 11 kes birîndar bûn.

Gundê Şênê piştî êrişê ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Yek ji şêniyê gundê Şênê ku em têkildarî mijarê pê re axivîn, wiha got: “Beriya 3 salan jî cerdevanan bi heman awayî êriş kirin û zarokek qetil qetilkirin. Bi gotina ‘Dewlet li pişta me ye tiştek nabe’ ev êriş pêk anîn. Gundê me niha di dorpêçê de ye, destûrê nadin ku em biçin nexweşxaneyê li birîndarên xwe binêrin. Cerdevan li gel çawişên pispor tên ber deriyê nexweşxaneyê û dixwazin çavên me bitirsînin. Niha muxtarê gundê me bi giranî birîndar bûye û tê dermankirin. Niha di her kêliyê de dikarin êrişeke din bikin.”

Welatiyekî din ê li gundê Şênê dijiya û neçar ma koçî cihekî din bike jî wiha got: “Li gund gelek kêm kes mane û zordariyê li van dikin. Di meha gulanê de dîsa li zarokan xistine. Her carê bi ser cerdevanan re hewl didin xwe mafdar nîşan bidin. Beriya hefteyekê dîsa sewalên xwe heta nava gund anîne û gotine ‘Ev der ên me ne, hûn ê derkevin biçin’. Gefan li welatiyên ku li gund dimînin dixwin, beriya çar rojan li şivan xistin û birîndar kirin. Duh jî bi çeka ku dewletê daye wan heta serê sibê gund gulebaran kirin.”

Welatiyekî din jî bertek nîşan da ku bûyer weke “dijminatiyê” tê nîşandan û wiha got: “Piştî her bûyerê ev derdikevin dibêjin ‘Ev gund teror e, em cerdevan in. Hêza dewletê li pişt me ye’ û hewl didin me neheq bikin. Bi çekan gelek caran gund gule baran kirin, xanî û sewal gule baran kirin. Gelo divê 20-30 kes bimirin?”

Welatî bal kişand ku cerdevanan li şivanê gund xistine û pişt re di îfadeyên xwe de bi gotina “Me got qey PKK’î ye” hewl dan xwe derxînin paqijiyê û got: “Guleyên duh bi şev vala vala li gund hatin barandin ma ne guleyên dewletê ne? Çima ev gule li jinan û zarokan tên barandin.”