Li DYE'yê ji ber bahoza Heleneyê herîk êm 93 kes mirin

Li rojhilat û başûrrojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber bahoza Helenê herî kêm 93 kes mirin. Li deh eyaletan bi milyonan Emerîkî bê elektrîk man.

Helene êvara Pêncşemê li bakurrojavayê Florîdayê veguherî bahozeke ji kategoriya 4'an û bi vî rengî gihîşt bejahiyê. Hêza bayê ji ber bahozê gihîşt saetê 225 kîlometreyan.

Bahozê piştre berê xwe da bakur û lawaz bû. Lê belê hilweşîneke mezin li pey xwe hişt.

Li Carolina Başûr herî kêm 25 kes, li Georgiayê 17 kes, li Floridayê 11 kes, li Carolina Bakur herî kêm 37 kes, li Tennesseeyê du kes, li Virginiayê kesekî jiyana xwe ji dest dan.

Li Alabama, Florida, Georgia, Carolina Bakur, Carolina Başûr û Tennesseeyê rewşa lezgîn a federal hate ragihandin.

Li gorî malpera şopandinê ya poweroutage.us, êvara Şemiyê ji Floridayê heta bi başûrrojhilatê Indianayê li deh eyaletan 2,7 milyon mirov bê elektrîk man.

Waliyê Carolina Bakur Roy Cooper êvara Înê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Ji bo herêmên li rojavayê Carolina Bakur yek ji bahozên herî giran ên dîroka nûjen e."