Ji DEM Partiyê li Ewropayê gera dîplomatîk

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dest bi gera dîplomatîk a li Ewropayê kir.

Li gel Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Berdan Ozturk, Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan, Alîkara Hevserokên DEM Partiyê ya ji Têkiliyên bi Rêxistinên Civakî yên Sivîl û Partiyên Siyasî Berpirsyar Ozlem Gunduz û parlamenterê berê Hişyar Ozsoy di nava heyetê de ne.

Tulay Hatîmogûllari roja Duşemê li StrasbUrgê di civîna Koma Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) de tecrîda li Îmraliyê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), rewşa girtiyên siyasî, pirsgirêka Kurd û bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand.

Tulay Hatîmogûllari got, "Biryarên DMME’ê ji bo Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Osman Kavala û Can Atalay heta îro nehat pêkanîn. Di vê xalê de pirsgirêkên wiha didomin. Di vê mijarê de erka xwe bi cih nînin."

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku li Tirkiyeyê di bin otorîteya desthilatdariya heyî de mafên mirovan têne binpêkirin û got, "Li girtîgehan pirsgirêk zêdetir dibin. Girtîgeh bûne êşkencexane. Li Îmraliyê tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan dewam dike. Çar sal in nahêlin ku parêzer û malbata xwe bibîne. Ev rewş hem li dijî destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye hem jî binpêkirina peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê bi xwe jî mohra xwe daniye binî."

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser Rêberê Gelê Kurd û axaftina xwe wiha domand, "Ev ji aliyê saziyên vir ve jî tê axaftin. 'Mafê Hêviyê' pêwîste were pêk anîn. Lê belê li Tirkiyê desthilatekî ku naxwaze pirsgirêka Kurd a ku Rojhilata Navîn û Tirkiyê eleqedar dike çareser bike heye. Em ji dil vê bawer dikin, heger pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitîxwaz û demokratîk were çareserkirin, ev ê kêrî demokratîkbûna Tirkiyê were. Ev di heman demê de kêrî aşitiya Rojhilata Navîn jî were. Daxwaza me ji Konseya Ewrûpa, ji bo biryaran pêk bîne li ser DMME’ê û Tirkiyê zextek çêke. Ev zext wê bibe munasebeta hemwelatî bibin xwedî bingehekê jiyana demokratik. Gavên ku Konseya Ewrûpa di vê mijarê de bavêjin girîng e. Ji ber ku Erdogan her tim koçberan li hemberî Ewrûpa bi kar tîne, di mijara mafê mirovan de li hemberî wî tawîz pir tê dayîn. Dev ji vê berdan pir girîng e. Di vî alî de girîng e ku Parlemento û Konseya Ewrûpa li gorî rêgez û nirxên xwe yên etîk û avabûnê tevbigere. Di vê mijarê de me her tim piştgiriya Koma Çep dît.”

DEM Partî bi siyasetmedar û rayedarên Konseya Ewrûpayê re jî wê hevdîtinan pêk bîne.