Li girtîgehên Serhedê zext û binpêkirin zêde dibin

Li gorî rapora ÎHD’ê ya têkildarî girtîgehên herêma Serhedê, binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêdetir dibe, tedawiya girtiyan nayên kirin û li pêş berdana girtiyan astengî tê derxistin.

Pergala tecrît û êşkenceya giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe li hemû girtîgehan belav dibe.

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Wan, Tetwan û Bedlîsê çûn serdana girtîgehên li herêma Serhedê û têkildarî binpêkirinên heyî raporek amade kir.

GIRTÎGEHA TÎPA S A ÎDIRÊ

Di raporê de hat gotin, girtiyekî li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dimîne ji ber polîtîkayên tecrîdê û şertên girtîgehê, di 1’ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kiriye û piştî hevdîtinan, di meha Îlonê de çalakiya xwe bi dawî kiriye. Li gorî agahiyên girtî dane ÎHD’ê; dema lêgerîn tên kirin bi rûmeta girtiyan re tê lîstin, girtiyan li gorî “cureyê sûcan” dabeş dikin, di dema hevdîtinên rêveberiyê tê kirin li ser piya mayîn tê ferzkirin, guh nadin daxwazê girtiyan, daxwaznameyan bêbersiv dihêlin û di rewşên lezgîn de jî girtiyan naşînin revîrê.

Li heman girtîgehê bi girtiyeke din ê di nava lîsteya girtiyên nexweş de cih digire re jî hevdîtin hatiye kirin. Girtî ragihandiyê ku aliyê çepê yê mejiyê wî sedî 90 bêfonksiyon maye. Di her du lingên wî de pirsgirêk û romatîzma hene û nexweşiya wî ya prostatê jî heye. Ligel ku nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne û bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne û ligel ku ji bo rapora şandeyê bigire ew sewqî nexweşxaneyê kirin e jî, raporên wî hêj nehatine.

GIRTÎGEHA HEJMARA 2 A EWLEKARIYA BILIND A DÛMLÛ YA ERZÎROMÊ

Li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlekariya Bilind a Dûmlû ya Erziromê jî bi girtiyekî re hevdîtin hatiye kirin. Girtî, daye zanîn ku ew li odeyekê ji 3 kesî de tên ragirtin û qawîş ji bo wan teng e. Lêgerîna tazî li ser wan tê ferzkirin û ji ber ku vê qebûl nakin wî naşînin nexweşxaneyê. Girtî ragihandiyê ku ji pişta xwe ve birîndar e, lê nayê tedawîkirin û sewqên wan ên nexweşxaneyê jî 6-7 meh piştre tên kirin.

Girtiyê bi navê S.A. jî destnîşan kiriye ku her tim bi ser hişê xwe ve diçe, lê hêj jî nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin. Di dema ketin û derketina qawîşê de li dijî wan nêzikatiyên biçûkxistinê tên raberkirin û li wan tê ferzkirin ku solên xwe derxînin. 

Girtî daye zanîn ku ji bo pirtêkan ew du mehan de herî zêde 15 pirtûkan dikarin bistînin. Girtina rojname, kovar û hwd. jî hatiye bisînorkirin, tehliyeya girtiyên înfaza xwe temam kirine jî ji hêla lijneya rêveberî û çavdêriyê ve her tên taloqkirin. 

GIRTÎGEHA TÎPA L A PANOSÊ

ÎHD’ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê jî bi girtiyan re hevdîtin kir. Girtiyê ku hevdîtin pê re hatiye kirin diyar kiriye ku ew di qawîşê de 19 kes dimînin. Ji ber ku perdeya guhê wî teqiya ye û pêwîste sewqî Wanê were kirin, lê nayê sewqkirin. Girtî aniye ziman ku pirsgirêka wan a ava vexwarinê hêj didome, ji hanifiyê ava paqij a ku bikarin vexwin nayê. Xwarinê wan ne paqij e û kêm tên dayin. Her wiha hat gotin girtiyê ku hemwelatiya Îranê ye ji bo hevdîtina li ser telefonê ya 10 deqeyan neçar maye ku 340 TL’an bide. Ji ber ku hêza wî têr nake ewqas pere bide, nikare bi malbatê xwe re hevdîtin bike. 

GIRTÎGEHA TÎPA F A WANÊ

Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi girtiyan re hevdîtin hate kirin. Girtiyê hevdîtin pê re hatiye kirin aniyê ziman ku ew nexweşê tansiyona bilind e. Sewqê wan ên ji bo revîr û nexweşxaneyê dereng tên xistin û dermanên wan di dema xwe de nayê dayin. Girtiyeke din jî diyar kiriye ku ji ber sekn û nêzikatiya rêveberiya girtîgehê, rewşa girtiyên nexweş girantir bûye.