Ji bo çalakiyên ji 1 heta 10'ê Cotmehê banga tevlîbûnê

Kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" bi nêzîkbûna salvegera pêngavê re bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên navbera 1-10'ê Cotmehê bibin.

PÊNGAVA LI DIJÎ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku pêşengê pêngava 10'ê Cotmeha 2023'an e, bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên navbera 1-10'ê Cotmehê bibin.

CPT BERSIV JI NAMEYÊN ME RE DA

Di daxuyaniyê de qala çalakiyên sala dawî hate kirin û hate gotin, "Hewldanên me gihîştin wê astê ku CPT bersiv da nameyên me û hevdîtin bi me re kir ku heta niha gaveke bi vî rengî neavêtibû."

CPT di 15'ê Gulanê de bersiv dabû nameyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û diyar kiribû ku ew rewşa Rêberê Gelê urd û girtiyên li gel wî ji nêz ve dişopîne. Li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha hevdîtinek bi CPT re hatibû kirin.

JI KESAYETÊN XWEDIYÊ XELATA NOBELÊ NAME

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sala derbasbûyî ji parêzer, sendîka, siyasetmedar, aktîvîst, hunermend, muzîsyen, rêxistinên jinan, komên ciwanan û li qadeke berfireh a cografîk toreke navneteweyî hate avakirin û hate gotin, gelek civînên çapemeniyê, mîtîng, çalakiyên şermezarkirin û rûniştinê, çalakiyên standê û semîner hatin lidarxistin.

Di sala destpêkê ya pêngavê de 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine name ji Serokê CPT re şandin. Di vê pêvajoyê de li çapemeniya navneteweyî gelek gotarên li ser pirsgirêka Kurd û rewşa girtiyên li Tirkiyeyê hatin weşandin.

JI BO ÇALAKIYÊN NAVBERA 1-10'Ê COTMEHÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gel van hewldanên me mixabin me nekarî dawî li tecrîdkirina lîderê Kurdistanê Abdullah Ocalan bînin ku 3 sal û nîv e ji aliyê dewleta Tirk ve di nava şert û mercên neqanûnî de tê hiştin." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, "Ji ber vê yekê jî di navbera 1 û 10'ê Cotmehê de bi nêzîkbûna salvegera yekemîn re em di wê baweriyê de ne ku nêzîkî şikandina komploya navneteweyî ne, ji we hemûyan dixwazin ku ya ji destê we tê hîn bêhtir bikin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku hewldanên xwe hîn zêde bikin, hîn bêhtir dîplomasiyê bimeşînin, berhemên Abdullah Ocalan hîn bêhtir bixwînin, ji bo şikandina tecrîdê hîn bêhtir çalakiyan bikin.

ABDULLAH OCALAN EM NETERIKAND, EM Ê JÎ WÎ NETERIKÎNIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev yek şerekî fikrî yê entelektûel e û eger em dest jê bernedin em ê hemû bi ser bikevin. Abdullah Ocalan çaryeka sedsalekê ye li giravekê tê ragirtin û li gel vê yekê gelê Kurd û mirovahî neterikand. Lewma em ê jî wî neterikînin."