Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên nû biriye ser depoyên çekan û binesaziya Hîzbûllahê ya li Lubnanê.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, "Di nava çend saetên dawî de balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrîş birin ser hedefên terorê yên Hîzbûllahê yên li Lubnanê."

Li gorî daxuyaniyê, roketavêjên "li dijî xaka Îsraîlê dihatin bikaranîn" û "depoyên çekan" hatin bombekirin.

FERMANDAREKÎ DIN Ê HÎZBÛLLAHÊ HATE KUŞTIN

Li aliyê din Hîzbûllahê ragihand ku yek ji fermandarên wan Alî Karakî bi navê Ebû el Fadl dihate naskirin, di êrîşeke hewayî de hate kuştin.

Hate ragihandin ku Alî Karakî li gel Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah hate kuştin.

DI NAVA 10 ROJAN DE ZÊDEYÎ HEZAR KES HATIN KUŞTIN

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di nava 10 rojan de zêdeyî hezar kes di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin. Ji 8'ê Cotmehê û vir ve jî herî kêm 1.640 kes hatin kuştin ku 104 ji wan zarok, 194 jî jin bûn. Her wiha 8 hezar û 404 kes birîndar bûn, gelek kes jî winda bûn. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bû sedem ku milyonek mirov ji cih û warê xwe bibin.